Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bîlançoya salekê ya tundiya li ser jinê eşkere bû

Dîmen

QAMIŞLO – Meclîsa Dada Civakî ya Herêma Cizîrê bîlançoya sala 2017’an a derbarê tundiya li ser jinê de eşkere kir.

Endamên Meclîsa Dada Civakî ya Herêma Cizîrê derbarê mijarê de li avahiya meclîsê ya Taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo civiyan û daxuyaniyeke dane raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Dada Civakî Etiya Yûsif ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Jin di cîhanê di giştî û yên herêmên Rojhilata Navîn bi taybetî rastî her cûreyên tundiya fîzîkî û piskolojî ji aliyê mêrê serdest ve tê. Lê jinên cîhanê li hember vê yekê bê deng neman, ji bo avakirina welat û şarestaniyan wekî dayik, xuşk, xalîk, metik û dapîr têdikoşiya û wekî hevjîn di avakirina malbatê û xwedîkirina zarokan têkoşiya. Em dikarin bêjin ku jin dibistana yekemîn a  xwedîkirin û perwerdekirina nifşên nû li ser jiyan û mirovahiyê ye. Bi derketina felsefeya Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan, rêgezên hevjiyana azad û wekheviya di navber jin û mêr de di erk û mafan de pêş ket. Jinên kurd li Rojhilata Navîn li hember zihniyeta serdest ji cîhanê te pêşengiya têkoşînê dike. Bi qehremaniyeke mezin li dijî terora çeteyan şer kir û ji tevahî jinên cîhanê re isbat kir ku dikare kevneşopiyên civakî derbas bike û bibe xwedî biryar di qadên siyasî, bîrdozî û civakî de.

Meclîsa Dada Civakî bîlançoya sala 2017‘an a tundiya li ser jinê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê:

Kuştin 7

Destdirêjî 3

Lêdan 160

Du caran zewac 30

Zewicandina di temenê biçûk de 13

Em wekî Meclîsa Dada Civakî ya Jin, bi navê hemû jinên azad ên cîhanê tundiya li ser jinan şermezar dikin.

Bi wesîleya 25‘ê Mijdarê, roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê banga rêvegerina li ber jinan dikin da ku rola xwe ya xwezayî di avakirina civakê de li ser bingehê wekhevî, rêzdarî pêk bînin.”

(bb)

ANHA