Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Birêxistinkirine re dawî li tundiyê tê`

KOBANE- Endamên Kongreya Star ên kantona Kobanê destnîşankirin ku rêxistinkirin dikare dawî li tundiyê bîne û banga têkoşînê li jinan kirin.

Endamên Kongreya Star diyardeya tundiya li ser jin nirxandin û anîn ziman ku çiqasî jin xwe birêxistin bike ew qasî dikare dawî li tundiyê bîne.

FELEK YUSIF

Endama Rêveberiya Kongreya Star Felek Yûsif anî ziman ku hêza jin heye ji bo azadiya xwe têbikoşe û got:ʺJin li gelek qadan pêşengtiya civakê kir û bi têkoşîna xwe sînor ji tundiyê re datîneʺ.

SEMIRA EHMED

Semîre Ehmed jî got:ʺ Jin çiqasî xwe birêxistin bike wê diyardeya tundiya li ser jin jî kêm bibe. Divê jin giranî bide perwerdeyan û xwe baş birêxistin bikeʺ.

HELIMA OSMAN

Her wiha Helîme Osman jî diyar kir ku jin bi riya şoreşa Rojava hîn zêdetir hêza xwe naskir û riya azadiyê şopandin.

Helîme di dawiya gotinên xwe de bang li jinan kirk u li hemberî tundiya li ser jin rawestin û têkoşîna xwe xurtir bikin.

(np)

ANHA