Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Biryara Almanya  Tirkiylê û Îran razî dike

NAVENDA NÛÇEYAN- Kombûna Demokrasîxwaz û Çepgerên Kurd a Sûriyî biryara hikûmeta Almanya ya qedexekirina hildana alên YPG/YPJ‘ê di çalakî û xwepêşandanên aştiyane de şermezar kir û destnîşan kir ku ev biryara yek ji hewldanên razîkirina welatên dijberî gelê kurd ye û di serî de Tirkiyê û Îranê ye.

Kombûna Demokrasîxwaz û Çepgerên Kurd a Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Almanyayê kir ku ji biryara xwe ya qedexekirina hildana alên YPG/YPJ‘ê di çalakî û xwepêşandanên aştiyane vekişe û got ku YPG/YPJ‘ê mirovahiyê ji terorê diparêzin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Kurdistaniyên li Almanyayê jiyan dikin, bi armanca ku helwesta xwe ya derbarê têkoşîne gelê kurd a li dijî terorê nîşan bide, rabûn çalakiyan. Lê hikûmeta Amlanyayê biryara qedexekirina bilindkirina alên YPG/YPJ‘ê di meşên gelerî û xwepêşandanên piştgiriya gelê kurd û azadiyê de, derxist.

Beriya demekê jî êrîşî xwepêşxandina aştiyane ya gelê kurd û dostên wê yên alman ên ji bo betalkirinê vê biryarê rabibûn, kirin û kiryarên tund li hember çalakvanan pêk anîn. Ji ber ku rakirina alên taybet di mîna van rewşan de, mijrekî fermî ye û ne li dijî dewleta Alman e, hirmeta me ji bo gelê Alman heye û hêviya me ya pêşketinê ji bo wê heye.

Em dibînin ku tu buhaneyên vê biryarê tuneye. Ji ber ku êdî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin wekî hêzeke sereke ku şerê terora DAIŞ û Nusra ne, li ser asta navdewletî hatiye naskirin. Nûnerên wê bi cihên xwe yên leşkerî di qeserên serokatî û parlementerên Ewrupayê têne pêşwazîkirin û hermetî ji wan re tê kirin. Ev yekîne li şûna tevajî cîhanê û di nav de Almanyayê jî şerê terorê dike da ku cihan bi aramî û aştî jiyan bike.”

Biryara dawî ya qedexekirina hildanan alên YPG/YPJ‘ê di xwepêşandnên gelerî û meşên aştiyane li Almanyayê, têkiliyên wê bi ewlekariya Almanyayê tuneye, Ev biryar yek ji hewldanên razîkirina aliyên navdewletî yên li dijî têkoşîna gelê kurd, di serî de Tirkiyê û Îranê ye.

Em wekî Kombûna Demokratîkrasîxwaz a Çepgerên Kurd a Sûriyê vê biryarê şermezar dikin û bang li hikûmeta Almanyayê dikin ku vê biryarê paşde bikişîne, ji ber ku ev yekîne ji bo azadî û ewlekariya tevahî mirovahiyê tevdigere.”

(bb)

ANHA