Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Biryara zewicandina di temenê biçûk de mafê mirovan binpê dike’

Dîmen

ŞÎNDA EKREM

QAMIŞLO- Endamê Yekîtiya Parêzeran û Meclîsa Dada Civakî yên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê biryara perlemantoya Îraqê ya derbarê zewaca di temenê biçûk de rexne kir  û got ku ev biryar li dijî hemû nirxên mafê mirovane.

Nerazîbûnên derbarê biryara parlemantoya Îraqê ya zewicandina di temenê biçûk de hîn jî didome. Endamê Yekîtiya Parêzeran û Meclîsa Dada Civakî yên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û gotin ku ev biryar binpêkirina mafê mirovan e.MOUHAMED EMIN NIMA

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Niêmî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Em di hemû aliyan de bi jinan re ne. Bi taybet beşdarbûna jinan di hemû çalakiyên jiyanê de û bidestxistina azadiya xwe de. Biryara parlemantoya Îraqê ya sererastkirina qanûna rewşakesayetkî û rê dayîna zewicandina zarokên temenê wan biçûn ku li gorî daxwaznameya lêvegera olî pêk hatiye, biryareke li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye.”

Mihemed Emîn di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku biryara hatiye girtin ne di qanûna navdewletî de ne qanûnîye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev biryar di çarçoveya binpêkirina mafê mirovan de hatiye kirin. Ev biryar girîdayî girtina azadiya jinan e. Wiha hemû mafê jinan ên mirovahî binpê dikin û bê edaletî û newekheviya jin û mêr pêş dixe.”EDLA XILIL

Mihemed Emîn di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew amadene bi hemû hêza xwe li dijî biryar derkevin û di hemû çalakiyan de piştgiriya jinan bikin.

Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Cizîrê Edla Xelîl jî derbaêr biryarê de got ku ev biryar li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye û wiha got: “Bi tu awayî nabe biryarek bi vî rengî derkeve.  Nabe jin kêmî 18 salan were zewicandin, ji be rev binpêkirina hemû mafê mirovan e. Di heman demê de pinpêkirina qanûnên navdeletî yên ji bo parastina zarokan e. ev biryar wê bandoreke wê ya nayînî li ser tevahiya civakê hebe, wê gelek bûyerên veqetandinê derkevin û civak ji hev bikeve.”

Edla di dawiya axaftina xwe de bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan kir ku li dijî vê biryarê bê deng nemînin û ji jinên Îraqê jî xwest ku li dijî biryarê dengê xwe bilind bikin.

(dc)

ANHA