Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Biryarên Cinêv-8 ji bo me ne derbasdarin’

Dîmen

EHMED KEMYAN

GIRÊ SPÎ – Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Alî destnîşan kir ku biryarên Cinêv-8 ji bo wan ne derbasdarin.

 Danûstandinên Cinêv-8 destpê dike û ji Bakurê Sûriyeyê tu kesek nehatine vexwend.

Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê Hesen Mihemed Alî têkildarî netevlîbûna nûnerên Bakurê Sûriyeyê a Cinêv-8 ji ajansa me (ANHA) re axivî.

Mihemed Alî anî ziman ku eger nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê tevlî civîn û hevdîtinên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê nebin, ne erênî ye û ji bo gelê Sûriyeyê girîngiya xwe nîne. Her wiha got biryarên Cinêv-8 ji bo me nederbasdarin.

Mihemed Alî di berdewamiya gotinên xwe de wiha got:״Gelê Bakurê Sûriyeyê bi ciwanên  xwe xaka xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û niha bi meclîsan xwe  birêxistin dikin. Tevlînebûna nûnerên van herêman ji Cinêv-8 re kêmasiyeke. Cinêv-8 jî mina civînên dîtir wê têk biçe״.

Her wiha bang li hêzên opozisyone kir ku werin Bakurê Sûriyeyê û dûrî berjewendiyên herêmî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê destbi danûstandine bikin.

(np)

ANHA