Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bogdanov: Nîqaşên li ser beşdariya Kurdan li Sochi didomin

NAVENDA NÛÇEYAN – Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand ku gotûbêjên li ser beşdariya Kurdan di Kongreya Sochi de berdewam dikin û ji ber vê jî dîroka kongreyê nehatiye diyarkirin.

Bogdanov ku ji saziyeke medya ya Rûsî re axiviye, bal kişand ser lutkeya sê alî ya 22’yê mijdarê di navbera Rûsya , Tirkiye û Îranê de ku mijara beşdarbûna Kurdan tê de hatiye axaftin.

Bogdanov da zanîn ku piştî vê lutkeyê talîmat ji wan re hatine û şêwirdarî didomin.

(he)