Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Bombebarana artêşa dagirker li ser Şehba û Efrînê didome

LEZGÎN

EFRÎN –  Bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk  a dagirker li ser kantonên Efrîn û Şehbayê dewam dikin.

Nûçegihanên me ji Efrînê raghandin ku bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser Raco, gundê Qera Baba, Pira Heşarkê, Tepê Sor, Kevrê Ker û Hecîka didome.

Di  heman demê de,  nûçegihanên me raghandin ku balafirên artêşa Tirk a dagirker bajaroka Til Rifet û gundê Şêx Îsa yên girêdayî kantona Şehbayê bombebaran dike.

Hêjayî gotinê ku herêmên têne bombebarankirin, bi hezaran sivîl di wir de dijîn.

(kc)

ANHA