Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Buroya jin a MSDʹê li taxên rojhilat hate vekirin

HELEB – Buroya Jin a Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) navenda xwe li taxên rojhilat ên Helebê vekir.2017-8-2-HLB-VEKIRINA-MEKTEMA-MSD-TAXEN-ROJHILAT ‫(30519181)‬ ‫‬ ‫‬

Buroya Jin a MSDʹê ya Helebê bi armanca pêşxistina jinên ji hem û beşê civakê yên taxên rojhilat ên Helebê şaxê xwe li taxa Hulika jorîn a di nava taxên rojhilat ên Helebê de vekir.

Buro bi merasîmekê hate vekirin. Nûnerên Saziyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûd, taxên rojhilat û bi dehan jinên taxê jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma vekirinê bi rêzgirtinê destpê kir û paşê axaftina vekirinê ji aliyê endama rêveber a Buroya MEclîsa Sûriya Demokratîk Meysa Dijî bi zimanên turkmanî û erbebî kir û vekirina buro li tevahiya gelêp herêmê û bi taybet jinan pîroz kir  got ku vekirina buroyê gavek ber bi pêşzistina sîstema civakî ya demokratîk ku mafê herdû zayendan werkî heva diparêze.

Meysa Dicî di dawiya axaftina xwe de got ku riya çareserkirina aloziya Sûriyê danûstendina demokratîk e.

Di berdewama merasîmê de Endama Kongreya Star Zeyneb Hesen û hevseroka Meclîsa TEV-DEMʹê ya taxên rojhilat ên Helebê Sûad Hesen axivîn û vekirinan buroya MSDʹê li hemû jinên taxan pîroz kirin.

Piştî axaftin bi dawî bû deriyê buroyê ji aliyê Endama Rêveber a Buroya MSDʹê Meysa Dicî ve hate vekirin. Merasîm bi stran û govendê bi dawî bû.

MSDʹê di 24ʹê nîsanê de Buroya xwe li taxa Şêxmeqsûd vekir.

 (jo)

ANHA