Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Buroya Jinê ya MSD′ê xebatên du mehan nirxand

DIRBÊSIYÊ – Buroya Jinê ya MSD′ê rewşa siyasî û rixistinî ya du mehên derbasbûyî, nirxand û planên dema pêş diyar kir.DERBESEA-JFEN-MKTBA-JREN1 ‫(1)‬

Buroya Jinê ya MSD′ê bi beşdariya hemû Endamên Buroyê li navenda xwe ya li bajarê Dirbêsiyê, yekem civîna xwe li dar xist.

Di civînê de berpirsa Buroyê Nûjîn Yûsif pêşveçûnên dawî yên hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê raxist ber çavan û wiha got: ″Şervanên QSD′ê rojane serkeftinên mezin bi dest dixin. Bi saya berxwedana gelê Rojava-Bakurê Sûriyê, dengeyên siyasî li Sûriyê hatin guhertin. Sîstema Federal çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye.″DERBESEA-JFEN-MKTBA-JREN1 ‫(152502786)‬ ‫‬

Piştre jî rapora du mehan a buroyê hat xwendin û xebatên ku hatin kirin, hatin nîqaşkirin. Di nîqaşan de plana xebatên herdû mehên pêş hatin danîn û hate gotin ku divê gelek çalakiyên siyasî, civakî û dîplomatîk bêne aktîfkirin, pirsgirêkên ku di xebatên buroyê de derdikevin bêne çareserkirin û civînên berfireh ji bo perwerdekirina civakê bêne lidarxistin.

Buroya Jinê ya MSD′ê her du mehan civîna xwe li dar dixe.

(mm)

ANHA

DERBESEA-JFEN-MKTBA-JREN1 ‫(152502785)‬ ‫‬