Têkilî | Derheqê me de
ANHA

 Buroya têkiliyan a TEV-DEM′ê li Til Koçer hat vekir

GIRKÊ LEGÊ- TEV-DEM‘ê bi merasîmekê Buroya xwe ya Têkiliyan li bajaroka Til Koçer vekir.2017_1_11_girke_tilkocer_vekirina_navenda_tevdem-%e2%80%ab116383942%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) duh bi merasîmekê Buroya xwe ya Têkiliyan li bajaroka Til Koçerê bi merasîmeke lidar xist. Di merasîmê de nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, Rûspiyên êlên ereb û bi sedan şêniyên herêmê amade bûn.2017_1_11_girke_tilkocer_vekirina_navenda_tevdem-%e2%80%ab1%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Hevserokê Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê ya Kantona Cizîrê Ebdulselam Ehmed bixêrhatina mêvanan kir û vekirina Buroyê li welatiyan pîroz kir.

Ehemd di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hêzên herêmî û navdewletî, her wiha dewletên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe destwerdana Sûriyê dikin û li ser xwîna sivîlan bazirganiyê dikin.

Ebdulselam Ehmed bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê û ji bo avakirina sîstemeke federal banga xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên civakê de kir.2017_1_11_girke_tilkocer_vekirina_navenda_tevdem-%e2%80%ab116383941%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac

Rêvebera Kongreya Star Ehlam Mihemed vekirina Buroyê pîroz kir û ji bo xizmeta gel daxwaza têkoşînê kir.

Her wiha Hevserokê Meclîsa Herêma Til Koçer Newaf El-Xedan, li ser navê YPG‘ê Ismaîl Metrûd, li ser navê PYD‘ê Hewas El-Miflih, li ser navê Sendîkeya Kedkaran a Til Koçer Rîmon Dehwî axivîn û helbest hatin xwendin.

Buro ji aliyê bavê têkoşer Nêçîrvan Til Koçer, Xelef El-Iwêd hate vekirin.

 (bb)

ANHA