Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çalakiya 6 rojan a ‘Serî hilde’ dest pê kir

HESEKÊ – Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Mamosteyan di çarçoveya hemleya ″Serî Hilde″ çalakiya kon vegirtinê lidarxistine. Çalakî wê 6 rojan dewam bike û wê ciwan di bin kon de çalakî werin lidarxistin.HSK-CLAKIYA 6 ROJAN A SERJILDAN (2)

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Mamosteyan di çareçoveya hemelya ″Serî Hilde″ li ser asta kantona Hesekê kon vekirine. Konê çalakiyê li bajarê Dirêbêsiyê îro hate vekirine. Kon dê 6    rojan vekirî bimîne û wê rojane di bin kon de çalakiyên cûda cûda wekî semîner, şano, axaftin û her wekî din derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê de werin lidarxistin.

Îro û piştî kon hate vekirin bi dehan ciwanên ji kantona Hesekê bedşarî çalakiyê bûn. Di bin konê çalakiyê de piştî rêzgirtinê li ser navê rêveberiya YCRʹê axaftin hate kirin û hate gotin ku ciwanên Bakurê Sûriyê wê ji bo bo azadiya Ocalan û rakirina tecrîda giran ku li ser Ocalan hatiye ferizkirin bi hemû hêza xwe tekoşînê bidin meşandin.

Ciwanan ji bo parstina konê  çalakiyê jî xebatên nobedariyê dane meşandin û bi xwe parstina konê çalakiyê bikin.

(dc)

ANHA