Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çalakiya girava birçîbûnê ya Mabata bi dawî bû

EFRÎN – Çalakiyên konê girava birçîbûnê ku ji aliyê Rêxistina Kongreya Star a navçeya Mabata ve hatinbû bi rêxistinkirin bi dawî bû. Di çalakiyê de hate gotin ku dê gelê kurd ji bo azadiya rêberê xwe têkoşîna berdewam bike.MEBATA- DAWIKRINE - GIREVA- BIRCIBUNE- DE- ROJA-DEYEMIN-DE (2)

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Mabata ya girêdayî Kantona Efrînê di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyarkirina rewşa wî ya ewlehî de duh bi dirûşmeya “Jin ji bo azadiya xwe û rêveberê xwe têdikoşe” konê girava birçîbûnê veda. Bi dehan endamên Kongereya Star, dayikên aştiyê û şêniyên navçeyê beşdarî giravê bibûn.

Di roja duyemîn a çalakiyê de, tevlîbûneke mezin ji aliyên şêniyên navçeyê û endamên saziyan ve hebû.

Di çalakiya îro de, axaftin ji aliyê Rêvebera Hêzên Parastina Civakê (HPC-Jin) Hediyet Şewket, Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Xedîce Elo, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Mabata Zelûx Hisên û Endamaa Hêzên Asayîşa Jinê Xalida Hemû ve hatin kirin, her wiha bi navê Yekîtiya Rewşenbîran Comerd Sito axivî.MEBATA- DAWIKRINE - GIREVA- BIRCIBUNE- DE- ROJA-DEYEMIN-DE (5)

Di axaftinan de hate gotin ku wê gelê kurd têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Ocalan ne sekînine.

Piştî axaftinan senevîzyoneke li ser têkoşîna Ocalan hate pêşkêşkirin. Her wiha semînereke derbarê heman mijarê ji aliyê Rêvebera Kongreya Star Zeyneb Şêx Mihemed ve hate dayîn.

Di dawiya çalakiyê de, xwendekarên dibistana Şehîd Seydo Fîdan Daş hilbist xwendin. Her wiha dirûşmeyên azadiya Ocalan hatin berizkirin.

(bb)

ANHA

MEBATA- DAWIKRINE - GIREVA- BIRCIBUNE- DE- ROJA-DEYEMIN-DE (4) MEBATA- DAWIKRINE - GIREVA- BIRCIBUNE- DE- ROJA-DEYEMIN-DE (3)