Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çalakiyên konê piştigiriya bi hemleyê “Serî Hilde” didomin

HESEKÊ – Çalakiyên konê piştigriya bi hemleya “Serî Hilde” re ya ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 5‘emîn de didome.HESEKE-BERDEWAMIYA-CALAKIYE-BIRCIBUNE (2)

Konê piştgiriya bi hemleyê re ji aliyê Yekîtiya Jinên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan ve li bajarê Dirbêsiyê hatiye vedan kete roja xwe ya 5‘emîn de.

Çalakiya roja 5‘emîn bi tevlîna ciwanên navçeyên Hol û Şedadê û Serêkaniyê gûr bû.

Piştî rêzgirtinê, Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Şedadê Zinar Şîlan axivî û bang li ciwanan ku têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bikin û ji her rewşên awarte re amade bin.

Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Şedadê Zinar Şîlan di dawiya axaftina xwe de got ” Ciwanên Rojava wê li hember tecrîda li ser Rêberê Ocalaln bê deng nemînin û bi felsefeya wî dê şerê faşîzmeyê bikin.”HESEKE-BERDEWAMIYA-CALAKIYE-BIRCIBUNE (5)

Di çalakiyê de senevîzyoneke derbarê perspektîvên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan hate pêşkêşkirin.

Çalakiya îro, bi gerandina xelekên govendana bi dawî bû.

Sibe roja dawî ya çalakiyê ye.

(bb)

ANHA