Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Çalakiyên me yên ji bo diyarkirina rewşa Ocalan berdewam in‘

MEED El-SELÛM

QAMIŞLO – Ciwanên beşdarî hemleya ” Serî Hilde” bûne, diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan bi domînin û gotin ku ramanê Ocalan rihê berxwedana û têkoşîna ji bo azadiyê di nav wan de çand.

Piştî Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo diyrkirina rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîda girankirî , hemleya “Serî Hilde” ragihandin, Ciwanên Ereb,Tevgera Jinên Ciwan, Tevgera Xwendekaran a Demekoratîk, tevlî hemleyê bûn.EREB BEDIR

Di vê çarçovê de, Endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Ereb, Ereb Bedir armanca tevlîbûna xwe ya ji bo hemleyê diyar kir û got: “Em dixwazin rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bikin. Ocalan di parêznameyên xwe rola ciwanan, çi Ereb bin, Kurd bin, û çi jî Suryan bin û hemû pêkhateyên din destnîşan dike. Rêbertî beşê ciwanan wekî bingeha avakirina civakê diyar dike, di hindirê me de rih û îradeya domandina têkoşînê ava kir.”

Ereb Bedir di berdewama axaftina xwe de got ku ew çalakiyên xwe yên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan berdewam bikin.LANA HISEN

Endama Rêveber a Yekîtiya Xwendekaran a Qamişlo Lana Husên jî got: ” Armanca me ji tevlîbûna hemleyê ew e ku azadiya Ocalan e. Dewleta Tirk ji beriya du salan ve tecîrdeke giran li ser wê feriz kiriye, niha tu agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Em ê jî li hember herê êrîşên dijniman bê deng nemînin.”

Lana di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hemleya wan bi meş, rêzecivîn, dayîn û çalakiyên cûda berdewam e.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava jî, Lênav Mehmûd destnîşan kir ku hemleya wan heyanî 21‘Adarê berdewam e û wiha dom kir: “Jina ciwan di nava hemleyê de cihekî taybet girtiye û bi rengekî mezin û aktîf tevlî bûye.“LINAF MEHMUD

Lênav gotina Rêber Ocalan a” Jin û ciwan pêşengên şoreşê ne“ bi bîr xist û ew ê li gorî baweriya ku Ocalan dane wan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”

(rr)

ANHA