Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çalakvan: Ocalan nûnerê vîna gelên Rojhilata Navîn e

GIRKÊ LEGÊ – Şêniyên Girkê Legê ji bo şermezarkirina komploya li dijî Ocalan, beşdarî çalakiya gireva birçîbûnê bûn û dane zanîn ku Ocalan nûnerê vîna gelên Rojhilata Navîn e.GIRKE-GIREVA-BIRCIBUNE ‫(68944387)‬ ‫‬ (Large)

TEV-DEM′ê li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Girkê Legê kon vedan û ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, çalakiya gireva birçîbûnê dane destpêkirin.

Kon bi wêneyên Ocalan û pankartên li ser hatine nivîsîn ″Bijî berxwedana Îmraliyê bimire komploya navneteweyî, Em ê bi rastiya gelê şerker komployê têk bibin, Em di rêxistinên cîhanî dixwazin ku şandeyekê ava bike da serdana Ocalan bike, Ji Ocalan re azadî″, hatibû xemilandin.

Çalakî bi xwendina daxuyaniyê ji aliyê Endamê Rêveberiya Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk Ebdulbaqî Hemo û Hevserokên Komîteya Têkîliyan a Kantona Cizîrê Eyhan Murad û Ebdulkerîm Ehmed, beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku komploya li dijî Ocalan, dijî azadiya gelê Kurd pêk hat û wiha domand: ″Îro bi hezaran kes bi fikirê Ocalan bawer dikin û ji hemû derverên cîhanê beşdarî şoreşa Rojava bûn. Ev yek nîşaneya têkçûna komployê ye.″

Çalakvanan ji rêxistinên mirovî xwestin ku zextê li ser dewleta Tirk bike, da Ocalan azad bibe û dane zanîn ku Ocalan nûnerê vîna gelên tevahî Rojhilata Navîn  dike.

Tê payîn ku dê çalakî sibe bidome.

(mm)

ANHA