Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çanda Firatê reng dide Mehrîcana Orkêş

TEBQA – Ji bajarê Tebqayê bi reng û dengê Erebî yê resen komeke stranan beşdarî Mehrîcana Orkêş dibe.

Hevseroka Komîteya Çand û Huner a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Cîhan Misto têkildarî ‘Yekemîn Mehrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan’ got “Me ji deh kesan komeke hunerî ku jin û mêr di nav de cih digrin ava kiriye. Ev kom bi di bin navê “Dera Firatê beşdarî mehrîcanê bibe û wêneyê dîrokî yê gelê herêmê nîşan bide.”

Ev koma ku hatiye avakirin bi stran û awazên herêma Firatê beşdarî Mehrîcanê dibe. Ji bo endamên xort ên komê cil û bergên xwe yên folkolora Erebî wekî gelabî, desmal û egal hatine amadekirin. Endamên jin jî wê bi kiras, hibrî û kefê beşdarî mehrîcanê bibin.

Ji rêveberên Buroya Têkiliyan a Komîteya Çand û Huner a Tebqayê Musenna Ebulkerîm got “Tevî kiryarên çeteyên DAIŞ’ê çanda Reqayê hê jî wekî xwe ye. Gelê herêmê rê û resmên xwe yên civakî bernedaye. Ev tişt tu carî jî nayê guhertin.”

Koma “Dera Firatê” di roja dawî ya mehrîcanê de piştî ku stran û awazên xwe vebêje, wê wekî semboleke mozayîka Sûriyeyê diyariyekê pêşkêşî gelên herêmê bike.

(he)

ANHA

EBD EL-KERIM CIHAN MISTO