Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çanda Kurdan di pêşengehekê de hate pêşandan

EFRÎN – Desteya Çand û Hûnerê ya Kantona Efrînê, pêşengeha filoklorî vekir.ROMAT BEKO

Piştî amadekiriyên ku mehekê ji aliyê endamên Desteya Çand û Hûnerê û bi alîkariya Endamên Kongra Star hatin kirin, Desteya Çandê li navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê pêşengeha filoklorî li navenda navçeyê vekir.

Di vekirina pêşengehê de, rêveber û endamên Tevgera Çand û Hûnerê ya Kantona Efrînê û bi dehan welatiyên navçeya Şiyê,  amade bûn.

Merasîma vekirina pêşengehê ji aliyê dayîkên şehîdan hate kirin. Paşê beşdar derbasî pêşengê bûn û wêne û alavên filoklorî temaşe kirin.

Di pêşengehê de alavên filoklorî yên Kurdî, cilên kevin ên çanda Kurdan, alavên cotkaran ên çandiniyê û alavên nihasî ku welatiyên herêmê bikar dianîn, hatin pêşandan.EFR-SIYE-VEKIRINA-PESENGEH-LI-SIYE (23)

Derbarê mijarê de, rêvbera Desteya Çand û Hûnerê Romat Beko ji ANHA`yê re axivî û wiha got:” Armanca me ji vekirina pêşengê ew e, ku civaka me çanda xwe nas bike û parastina wê bike û bihêlin ku nifşên paşerojê bi çanda xwe ve werin girêdan”.

Tê payîn wê pêşengeh 3`yê rojan dewam bike.

(jo)

ANHA