Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çanda xwarina bi destan ji bapîrên xwe wergirtine

TEBQA – Çanda xwarinê di nava gelan de li gorî netew û xaknîgariyê tê guhertin. Şêniyên ereb ên Bakurê Sûriyê çana xwe ya xwarina bi destan heta roja îro parastine.REQQA-CIMA-GELE-EREB-BI-DESTA-XWRNE-DUXIN ‫(2)‬ ‫‬

Hin gel li ser hin adetan lihev kirine û bi taybet dimijarên jiyanî de. Welatiyên ereb xwarinê bi destan dixwinda û wihabi tama wê hîs dikin. Welatiyên ereb bi destê rastê dixwin û kenê xwe bi kesên xwarinê bi destê xwe yê rastê bixwin dikin.

Ev şêwazê xwarinê li gor gotêbêjan vedigere serdema pêxember Ibrahîm ku bi comerdiya xwe dihat nasîn. Pişt re bi demê re ev çand ji welatên Kendavê derbasî aliyê Sûriyê bû.

Her wiha tê gotin ku qebîleya Qureyîş  piranî goştê sewal û deveyan dixwar û çandinî li gel wan  tune bû. Ji ber vê yekê jî, xwarina goşt tevî nanê ceh yê hişk ku ji Şam dihat gelekî belav bû. Bi vê xwarinê re jî tu pêwîstî bi kevçiyan tune bû.

Muhened El-Hemed ku ji Tebqayê ye li ser vê  yekê dibêje: “Civata li ser cefniyan û xwarina bi destan nîşana biratî û hezkirina di navbera kesên xwarinê dixwin de ye.”REQQA-CIMA-GELE-EREB-BI-DESTA-XWRNE-DUXIN ‫(1)‬ ‫‬

Cefnî jî piranî di şahî, lihevanîn û şîniyan de tên amadekirin û li ser gelek cureyên goşt tê danîn.

Şêwazê xwarina bi destan tê guhertin, eger xwarin savar be an jî birinc tê de hebe, bi pênc tiliyan tê xwarin, lê eger tenê nan û kuşt be bi sê tiliyan tê xwarin.

Cefnî ne girêdayî fiyetek taybet ji civakê ye û  feqîr û zengîn bi hev re li ser dixwin, lewma girîngiya xwarina bi destan ji vê yekê tê ku her kes bi hev re dixwin.

Sedemek sereke ya dewamiya vê çandê, ku piraniya şêniyên Tebqayê ji dêvla nanê ceh, nanê gemim ê firneyan bi kar tînin û wiha her dem cefnî tên amadekirin.

(nse)

ANHA