Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çandiniya genim li Efrînê zêde bûye

EHMED HESEN

EFRÎN – Piştî ku Komîteya Çandiniyê tov û Semad li cotkarên kantona Efrîn belav kirin, cotkaran dest bi çandiniya genim kirin.

Li kantona Efrînê çandiniya genim piştî zeytûnan di rêjeya duyemîn de ye û jêdereke sereke ya debara gelek malbatên kantonê ye. Cotkarên kantonê piştî ku tova genim û semad ji Komîteya Çandiniyê wergirtin, dest bi çandiniya zeviyên xwe kirin.

Di van du salên borî de rûpîvana zeviyên kantonê ku bi genim tên çandin zêde bûye, bi taybet piştî ku Komîteya Çandiniyê berpirsyariya peydakirina tov, semad û dermanên çandiniyê girtin ser xwe. Cotkarên ku tov ji Komîteyê wergirtine dê buhaya wê piştî ku hilberîna xwe werbigirin vegerînin.

Ji aliyekî din ve Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê serdana zeviyên çandiniyê dike da ku nexweşiyên cûda lêkolîn bike û dermanên çandiniyê ji cotkaran re peyda bike.

BESIR MIHMED RUHEV DUDX

Girêdayî mijarê seroka beşê karûbarên çandiniyê Rohêv Dodex diyar kir ku Desteya Çandiniyê hewl dide piştgiriya çandiniya genim li kantonê bike da ku sîstema xwetêrkirinê pêk bîne û pêdiviya giştî kantonê ya ard peyda bike. Li ser vê yekê Deste di hemû aliyan de xizmetên xwe pêşkêşî cotkaran dike û hewl dide bi hemû hêz û derfeta xwe dermanên çandiniyê yên cûda ji cotkaran re peyda bike.

Rohêv diyar kir ku piştî Komîteya Çandiniyê tova genim li cotkaran belav kir, rêjeya zeviyên ku genim têde hatine çandin zêde bûye û ev gaveke girîng ji bo pêkanîna sîstema xwetêrkirinê ye.

Cotkarê bi navê Beşîr Mihemed Mustefa ku li gundê Stêr ê girêdayî navenda Kantonê diyar kir ku 7 hiktarên wî hene û bi genim çandine û ew debara xwe ji hilberîna genim werdigire.

(jh)

ANHA