Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çapxaneya Şehîd Herekol hat vekirin

DÊRIK- Desteya Darayî ya kantona Cizîrê çapxaneyek bi nav Fermandar Şehîd Hisên Şawîş (Herekol) vekir.DRK-VEKIRINA-CABXANA-S-HEREKOI ‫(135070213)‬ ‫‬

Ji bo yekemîn salvegera şehadeta Şehîd Hisên Şawîş (Herekol) Desteya Derayî ya Kantona Cizîrê bi navê Herekol çapxaneyek vekir. Çapxane bi merasîmekê hate vekirin. Çapxaneya Herekol yekem çapxaneya herî mezin li ser asta Rojavaye ku pirtûkan çap dike.

Di merasîmê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser, malbata Şehîd Herekol û bi dehan şêniyên bajarê Dêrikê amade bûn.

Qada merasîmê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Herekol û cangoriyên Rojava û pankartên bi nivîsên ʺBi boneya salvegera Şehîd Herekol em vekirina çapxaneya şehîd Herekol li gelê me û hemû gelên demokrat ên herêmê pîroz dikinʺ hatibû xemlandin.DRK-VEKIRINA-CABXANA-S-HEREKOI ‫(135070216)‬ ‫‬

Mersîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û soz da ku heta dawî riya şehîdan bişopînin.

Sarûxan di berdewamiya gotinên xwe de kesayeta fermandar Herekol wiha pênase kir: ʺŞehîd Herekol bi hezaran şervan perwerde kirin. Em bawer in ku dê şagritên şehîd Herekol hedefên wî yên avakirina civaka demokratîk pêk bînin.ʺ

Berdevkê Fermî yê YPG`ê Mehmûd Nûrî ji di merasîmê de axivî û wiha got: ʺTêkoşîna ku şehîd Herekol dayî meşandin, em ê bidom,înin. Hedefa wî ew bû ku nifşekî nû yê zane û şareze ava bike. Bi riya vê çapxaneyê wê pirtûk li giştî Bakurê Sûriyê werin belav kirin û ji bo pêşerojê bibe deriyê ronîkirina nifşên nû.ʺDRK-VEKIRINA-CABXANA-S-HEREKOI ‫(135070211)‬ ‫‬

Nûrî anî ziman ku rola Şehîd Herekol di Şoreşa Rojava de mezin bû û got şehadeta şehîd Herekol gelekî bandor li ser Rojava û Bakurê Sûriyê kir û wiha got: ʺŞehîd Herekol bi hezaran şervan perwede kirin.ʺ

Xeyalê wî avakirina welatekî demokratîk bû

Dayîka Şehîd Herekol jî di merasîmê de têkoşîna Şehîd Herekol di Tevgera Azadiya Kurdistanê de û rolê wî di Şoreşa Rojava de anî ziman û wiha got: ʺXeyalê Şehîd Herekol avakirina welatekî demokratîk bû ji ber vê yekê ev rê hilbijart û şehîd bû.ʺ

Di dawiya merasîmê de beşdarvanên merasîmê li çapxenaya Şehîd Herekol geriyan û merasîm bi dawî bû.

(np/dc)

ANHA