Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çar salan kole hate hiştin

Dîmen

HÊVÎDA HERANÎ

EYN ÎSA– Zaroka 11 salî 4 sal berê ji aliyê çeteyan ve hate revandin û niha bi saya şervanên QSD’ê azad bûye. Zaroka ku 4 salan kole hate hiştin dixwaze dixwaze malbata xwe bibîne û dixwaze hemû jin û zarok ji çeteyan rizgar bibe.

Çeteyên DAIŞ’ê 4 sal berê zaroka bi navê Ebîr Îsa El-Swed a ji bajarê Reqayê revandin. Çeteyan piştî revandina Ebîr dîmenekî ji malbatê re dişînin û di demîn de çeteyekî Ozbekî ji malbatê re dibêje ku dewleta Islamî wê bimîne û paşê jî dibêje keça wan Ebîr êdî malê dewleta Islamî ye (Dewleta DAIŞ).

Çeteyê bi navê Xêr-El-Ozbekî  ku navê Ebû Zel Elezbekîtê tê naskirin Ebîr li ba xwe digre . Çeteyê behsa mijarê ji Evganistanê hatiye û tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûye.

Piştî ku şervanên QSD’ê hemleya rizgarkirina Reqayê didin destpêkirin, Ebîr dikeve nava hewldanan xwe ji çeteyan xilas bike.  Ebîra 11 salî herî dawî bi malbetkê re direve û xwe dighîne şervanên QSD’ê. Ebîr tevî wê malbatê li kampa koçberên Reqayê ya Êyn Îsa bi cih dibe.

Zaroka 11 salî Ebîra ku ev demeke ji malbata xwe hatiye qutkirin têkildarî jiyana di dema çeteyên DAIŞ’ê de agaî dan û got ku ev 4 sal in wê malbata xwe ne dîtiye û wiha got:”Ez li gel çeteyekî Ozbekî dimam. Ez mehekê li gel çeteyên Ozbekî mam, piştî mehekê çeteyê Ozbekî ku berê 4 hevjînên wî hene, bi zorê min jî dike hevjîna xwe ya 4’an. Çeteyê Ozbekî li me dida û êşkence li ser me dida meşandin. Ez ji xwe re wekî kole bikar tanî. Her roj li min dixist, roj ne dibû ku min lêxistin ne dixwar. “

Hewl da xwe rizgar bike

Ebîr gelek caran dixwest xwe ji çeteyan xilas bike, lê her dem hewldanên wê têk diçûn û ne dikarî xwe rizgar bike. Ebîra ku niha temenê wê bûye 15 sal got ku ew dixwaze hemû jin ji destê çeteyan rizgar bibin û ev tişt anî ziman: “Ji bo ez karibim azad jiyan bikim, ez dixwazim tevlî hêzên ewlekariya hindirîn bibim da ku di rizgarkirina jinan de cih bigirim. Ez niha li kampa koçberan im, destpêkê dixwazim malbata xwe ku ev 4 sal in min ne dîtiye bibînim.”

Ebîr

EBÎRÊ di berdewama axaftina xwe de got ku ew dixwazim her jineke bi destê daîşê de azad bibe û sipasiya şervanê ,QSD ê kir û got ez di xwazim tevlî nava refên ASAÎŞÊ bibim û jiyaneke azad bijîm u careke din malbata xwe bibinim.

(dc)

ANHA