Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cara yekemîn li ser xakeke azad Kongreya Sûriyeyê

QAMIŞLO – Endamên komîteya Amadekar a Kongreya Sûriyeya Demokratîk gotin ku kongreyeke tam Sûrî ye û tê de wê nûnerên pêkhateyên civaka Sûriyeyê çarenûsa xwe diyar bikin.

Endamên Komîteya Amadekar a Kongreya Sûriyeya Demokratîk ji ANHA’yê re diyarkirin ku ev yekemîn kongre ye ku li ser axa Sûriyeyê ya azad tê lidarxistin û hêviyên serkeftinê anîn ziman.

Serokê Desteya Karê Derve û Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Sûriyeya Demokratîk Ebdulkerîm Umer got ku TEV-DEM’ê ev proje pêşniyar kiriye û dê bi çavdêriya partiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Lêvegera Siyasî ya Kurd, Kombûna Demokratîk, Şepêla Genim û Kombûna Soza Rûmet û Mafnasiyê pêk were.

Ji bo beşdariya vê kongreyê gelek partî û tevgerên siyasî, her wiha nûnerên hemû been civakê û kesayetên serbixwe yên baweriya bi çareseriya demokratîk a aştiyane tê, hatine vexwendin.

Ebdulkerîm Umer anî ziman ku tê payîn di encama kongreyê de hêzeke siyasî ku bibe sîwaneya Hêzên Sûriyeya Demokratîk derkeve. Umer got: “Piştî serkeftinên li hermberî çeteyên DAIŞ’ê ku xeteriya wan li ser tevahiya mirovahiyê heye, me dît ku dema hatiye Rêveberiya Xweser bi hemû partiyên xwe ji çarçoveya herêmî derkevin û wekî hêzeke çalak û aktîf li ser erdê derbasî tevahiya Sûriyeyê bibin da ku aloziya li welat çareser bikin. Ji taybetmendiyên vê kongreyê ew ku kongreyek tam Sûrî ye, cara yekemîn li ser xaka Sûriye kongreyeke wiha ku tê de hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê cih digrin, tê lidarxistin.”

EBDULKERÎM UMER

Li aliyê din Serokê Desteya Mafên Mirovan û Endamê Komîteya Amadekar a Kongreyê Senharîb Bersûm got ku Sûriyên dê beşdarî kongreyê bibin ew ê çarenûssa welatê xwe û pêşerojê wê diyar bikin û bal kişand ku lidarixstina kongreyeke wiha li ser axeke azad xwedî tabyetmendiyên bi nirx e.

Bersûm da xuyakirin ku ji bo lidarxistina kongreyê tu pirsgirêk tune ne û hemû endamên Komîteya Amadekar bi hêviya serkeftina kongreyê xebatên xwe didin meşandin û diyar kir ku hemû beşdarên kongreyê kesayetên ku baweriya wan bi çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyeyê tê û ne girêdayî hêzên derve ne.

SENHERÎB BURSUM

Senharîb Bersûm destnîşan kir ku hemû aliyên hatine vexwendin bi awayekî erênî nêz bûne û hêviyên wan jî hene.

Li gorî endamên Komîteya Amadekar, hin kesayet ji ber pirsgirêka hatina welat, nikarin beşdarî kongreyê bibin, lê dê beşdarî kongreya ku li derveyî welat dê bê lidarxistin bibin.

Bersûm da zanîn ku kongreya Sûriyeya Demokatîk ji bo hemû Sûriyan bi netew, ol û mezhebên xwe ye, hemû kesên beşdar bibin jî dixwazin dawiyê li vê aloziyê bînin û Sûriyeke azad, demokratîk û ne navendî ava bikin.

(he)

ANHA