Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Carekê jî bi çavê wan binêrin

Dîmen

SÎPAN SILO

NAVENDA NÛÇEYAN – Her kes bi rengekê dibîne, dinêre, lê ew jî bi hestên xwe yên zarokatiyê dinêrin. Belkî jî pêwîstî heye ku carekê jî bi çavên wan bê dîtin.

Ji şervan, fermandar heta siyasetmedar, ji, zarok, ciwan û jin heta pîr û kalan hemû kesên li Kobanê diman, şahidiya êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana destanî ya li dijî vê hovîtiye kiriye. Her kesek şahidiya xwe vedibêje, lê ya herî balkêş şahidiya zarokan e.   DOSIYA-ZAROKEN-KOBANE2

Zarokên Kobanê yên ku şahidiya hovîtiya çeteyan, berxwedaniya şervanan, buyerên koçberî û kêliyên rizgarkirinê kiriye, bi hestên xwe yên pak ew roj xêz kirine.

Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Kobanê di 31’ê Kanûna 2016’an de, pêşengeheke resmên zarokan vekir. Di pêşengehê de ji 19 dibistanên kantonê, berhemên 100 zarok ku wan bixwe xêz kirine, hene. Piraniya tabloyan wêrankirin, koçberî, kuştin û berxwedanê vedibêjin.

Kêliyên koçberiyê

Di pêşengehê de, tabloyeke ku pêla koçberiyê û kombûna bi hezaran kesan li ser sînor nîşan dide balê dikişîne. Resim ji aliyê zaroka bi nave Diyala Mehmûd ya 13 salî ve hatiye çêkirin. Diyala li ser agahiyên ku wê ji koçberan girtine tablo xêz kiriye. Diyala dibêje: “Bi hezaran kes ji ber êrîşên çeteyan ber bi deriyê sînor ve direvin bêyî ku li pey xwe meyze bikin. Lê warê wan her di bîra wan de maye.”

Deryaya fetisandinêDOSIYA-ZAROKEN-KOBANE

Tabloyeke din trajediya penaberiya ber bi Ewropayê ve û xeniqîna di deryayên avê de vedibêje. Bi hezaran malbatan berê xwe dabû Ewropayê û be sedan kes di avê de xeniqîn, lê ya herî zêde bal kişandiye, wêneyê zarokê bi navê Alan Kurdî ku di Deryaya Sipî de xeniqî bibû û pêla avê ew avêtibû qeraxê bû.

Zaroka bi navê Narîn Ebdulqadir ku refa 6’an a Dibistana Şehîd Perwîn dixwîne jî, ev buyer kiriye çavkariya tabloya xwe. Narîna biçûk, di resma xwe de bûyerên hawara welatiyên di deriyayan de têne fetisandin û termên hin kesan jî bi ser avê ketine xêz kiriye.

‘Dibiistanan min şewitandin‘DOSIYA-ZAROKEN-KOBANE3

Çeteyan di 25’ê Hezîrana 2015’an de careke din êrîşî Kobanê kiribûn û 250 sivîl ku zarok, jin, ciwan, pîr jî di navde bûn qetil kiribûn. Her wiha dibistan şewitandin. Zarokê bi navê Îbrahîm Derwîş ku şahidiya komkujiyê kiriye, di wê rojê de li gel malbata xwe di malê de xwe veşatibû.

Piştî ku du roj li ser komkujiyê derbas dibin, Îbrahîm derdikeve û dibistana xwe ya şewitî dibîne û gelek pê bandor dibe. Lemwa wî jî şewitandina dibistanê kiriye mijara resma xwe.

Ibrahîm resma xwe xwe bi rengê reş resimandiye. Li ser pirsa “te çima dibistan reş kiriye?” wiha bersiv dide, “Dibistana min, refa ku min tê de perwerde didît şewitandin, rengê reş dumana ku bi ser ketiye nîşan dide. Min xwest bi vê resmê bidin nîşandan ku ez ji dibistana xwe hez dikin.”

Di resman de çîrokên berxwedaniyê

Ehmed Mistefa jî li dibistana Şehîd Osman refa 7 dixwîne. Resma wî berxwedana YPG’ê vedibêje. Di resmê de şervanên YPG‘ê li ser avahiyan bersiva tank û topên çeteyan didin. Li aliyekî termên çeteyan li erdê komkirî û li jora tabloyê jî nivîsa, “Zulmê li kesekî neke, tuyê di bin pêlava mezlûman de têk biçî” hatiye nivîsandin.

(bb)

ANHA