Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çaremîn navenda Weqfa jinê li Helebê hate vekirin

HELEB – Kongreya Star li taxa Şêx Xidir a Helebê, navenda Weqfa Jinê vekir.

Bi armanca ferehkirina rêxistina jinan li taxên rojhilatî Helebê, Kongereya Star çaremîn Weqfa jinê ji bo perwerdekirin û hişyarkirinê li taxên rojhilatî Helebê vekir. Weqf  li taxa Şêx Xidir hate vekirin.

Di merasîmên vekirinê de, bi dehan jinên taxê, nûnerên saziyên civaka sivîl û şervanên YPJ`ê amade bûn û tê de bawernameyên fêrbûna xwedin û nivîsandinê li hin jinan hatin belavkirin.xedica hayik

Qada merasîman bi ala Kongreya Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat xemilandin.

Di merasîmê de, ji Rêvebera Weqfa Jinê Xedîce Hayik axivî û vekirina weqfê li jinan pîroz kir û da zanîn ku di civaka xwezayî de, jin xwedawend bû û îro bi saya fikira Ocalan tekoşîna jinê dewam dike û şoreşa Rojava veguherî şoreşa jinê.

Xedîce wiha dawî li axaftina xwe anîn:”Em weke jinên taxên rojhilatê Helebê, xwe di bin sîwana Kongreya Star de bi rêxistin dikin û hewl didin welatekî aram bê avakirin.”semira el sex

Paşê navend hat vekirin û Rêvebera Kongreya Star Semîra Şêx bawernameyên fêrbûna xwendin û nivîsandinê li hin jinên ku li navendên dîtir ên weqfê hatibûn perwerdekirin, belav kir.

Di dawiya merasîmê de, govend hate gerandin.

(nse)

ANHA