Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çav li rê ye ku Trûpm daxuyaniya xwe ya li ser Qûdsê îro bide

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê DYA Donald Trûmp, ligel hemû hişyariyan jî di mijara Qûdsê de ku welatê wî bi dehan salan bi hesasî nêz dibû, gaveke nû diavêje. Çav li rê ye ku Donald Trûpm daxuyaniya xwe ya li ser Qûdsê îro bide.

Di nûçeyên medya cîhana rojava de ku agahiyên xwe dispêrin rayedarekî ji rêveberiya DYA, Trûmp wê Qûdsê weke paytexta Îsraîlê nas bike.

Rayedar îdîa kir ku ev yek naskirina rastiyeke dîrokî û hemdemî ye.

Hişyarî tên kirin ku ev gava Trûmp dikare dawî li hêviyên ji bo aştiyê bîne.

Fîlîstîn û gelek welatên herêmê, Qûdsê ji bo aştiyeke gengaz weke xeta sor dibînin. Fîlîstînî dixwazin rojhilatê Qûdsê ku sala 1967’an bi Îsraîlê ve hate girêdan weke paytexta Fîlîstînê bibînin.

Trûmp her wiha wê fermanê bide ku Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Tel Avîvê bibe Qûdsê. Li gorî rayedarên Amerîkî meseleya barkirina sefaretxaneyê dikare bi salan dewam bike.

Li gorî AFP’ê, rayedarekî Amerîkî yê navê xwe eşkere nekir got, “Serok yek ji sozên xwe yên bingehîn ku di kampanya hilbijartinê de da, bi cih tîne.”

Heman rayedar îdîa kir ku ev biryar nayê wateya guhertinek di polîtîkaya heyî ya mijarên sînor û meseleyên din ên navbera Fîlîstîn û Îsraîlê.

Lîderê rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas bi rêya telefonê bi Trûmp re axivî û hişyarî da ku ev biryar wê di mijarên; pêvajoya aştiyê, ewlekarî û aramiya herêmê de rê li ber encamên xetere veke.

Di axaftinên bi rêya telefonê û daxuyaniyên 24 saetên dawî de li pey hev hişyarî tên dayin ku biryara Trûmp wê rê li ber encamên ku nayên texmînkirin veke.

Qralê Siûdî Salman jî da xuyakirin ku biryara Washîngtonê dikare rê li ber hêrsa Misilmanan veke. Salman got, “Ev gaveke xetere ye.”

Hişyariyeke din a bi heman rengî ji Urdunê hat. Urdunê diyar kir ku dibe ku encamên vê yekê giran be.

Ji welatên Ewropî jî daxuyaniyên ku balê dikişînin ser ‘tirs û fikaran’ tên. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron anî ziman ku ew bi fikar e û got, ev pirsgirêka li Rojhilata Navîn ancax bi formula ‘çareseriya ji du dewletan’ dikare ji holê bê rakirin.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Gabrîel Sîgmar jî got, “gelekî xetere ye’ û anî ziman ku tiştekî dikare krîzê kûrtir bide, di rewşa heyî de dibe ku bandoreke berevajî bike.

Rêveberiya Îngilîz jî da xuyakirin ku projeya Trûmp cihê fikaran e.

Mesela Qûdsê bi dehan sal in di rojeva DYA de ye. Timî jî dibe sedema aloziyan.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Rojhilata Navîn Nîckolay Mladenov anî ziman ku divê statuya paşerojê ya Qûdsê bi danûstandinên anvbera Fîlîstînî û Îsraîliyan diyar bibe. Lîderê cîhana Katolîk Papa Francîs jî bang kir ku her kes hurmetê nîşanî statuya li Qûdsê bidin û bi îhtiyatî tevbigerin.

Qanûna Qûdsê ku sala 1955’an ket meriyetê, bi hinceta “Wê zerarê bide ewlekariya neteweyî ya DYA” her şeş mehan carekê hate taloqkirin.

Lê belê Serokdewletê heyî Trûmp, di dema kampanya xwe ya hilbijartinê de soz dabû ku wê Qûdsê weke paytexta Îsraîlê nas bike.

Qûdsê bajarê pîroz ê sê olên mezin e. Dîwarê Giriyê yê Yahûdiyan, gora Îsa ya ji bo Xiristiyanan û Mescîd-î Aksa ku qibleya destpêkê ya Misilmanan e, li vî bajarî ne.

Gelek ol, gel, komên civakî û aborî li vî bajarî dijîn.

ÇAVKANÎ: AJANSA NÛÇEYAN A FIRATÊ (ANF)