Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çawa rêjîmê xwe gihand bajarê Dêra Zorê?

ANALÎZ

DILYAR CIZÎRÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Sûriyê bi hevkariya hêzên Îranê û Huzbulahê di milê çolistana Sûriyê re xwe gihand bajarê Dêra Zorê. Bi vê yekê çembera ku ev zêdeyî 2 sal in çeteyên DAIŞʹê li ser balafirgeha Dêra Zorê û hin taxên bajar ku di destê rêjîma Sûriyê de bû hate vekirin. Hêzên rêjîmê, Îran û Rûsiya dixwazin pêşveçûna xwe bidomînin û xwe bighînin milê sînorê Îraqê.

Armanca sereke ya Îranê ji vê yekê ew e ku di riya Heşid Şebî li Îraqê û li Sûriyê jî bi riya Huzib El-Aah û hêzên rêjîmê sînorê Îraqê û Sûriyê bighîne hev û kerîdorekê bejahî di navbera hêzên alîgirên wê yên Sûriyê û Îraqê de vebike. Amarîka jî vê yekê naxwaze. Lewma dixwaze alîgirên wê herêma sînorê Îraqê ji aliyê Dêrizorê bi taybet xeta Firatê a ji rojavayê bajarê Dêrê û heta bajarê Ebû Kemal ku li ser sînorê Îraqê ye bigirin. Yanî em dikarin bibêjin ku girîngiya bajarê Ebû Kemal ê li ser sînor û deriyê wê yê sînor ji girîgngiya bajarê Dêra Zorê zêdetire û her kes dixwaze xwe bigîne wî bajarê ku hîn di bin dagikiriya DAIŞʹê de ye.

Di tîrmeha 2016ʹan de çekdarên opozisyonê ku navê Artêşa Nû ya Sûriyê li xwe dikirin êrîşî bajarê Ebû Kemal kirin û xwe gihandin bajar. Çeteyên DAIŞʹê êrîşa wan şikand û bi dehan çakdarê wan kuştin û gelek dîl girtin. Ev êrîşa ku li ser Ebû Kemal pêk hat bi piştgiriya DYAʹyê bû, lê bi ser ne ket.

Di gulana 2017ʹan de jî çekdarên opzisyonê bi navê Burkan El-Badiye (Volkana Colistanê) ji milê Urdinê ve dest bi pîlanekê kirin da ku xwe bighînin sînorê Îraqê. Armanca wê pîlana ku Urdin û DYAʹyê piştgirya wê dikir ew bû xwe bighîne sînorê Îraqê û bi dirêjahiya sînor re bighînin bajarê Ebû Kemal a girêdayî Dêra Zorê û ji wir jî xeta Çemê Firatê kontrol bike. Hêzên rêjîmê ji aliyê Tedmur (Palmêra) bi piştgiriya Îran û Huzib El-Ah ket pêşiya wan û hewldana wan asteng kir. Yanî hemû hewldanên çekdarên opozisyonê ku Amarîka piştgiriya wê dike têk çûn û nikarîbûn xwe bigîhînin bajarê Ebû Kemal.

Ji xwe çemê Firatê bi dirêjahiya 260 kîlometreyan ji Reqayê û heta bajarê Ebû Kemal a li ser sînorê Îraqê di nava çoelistana Sûriyê re derbas dibe. Tenê herêma bi çemê Firatê re li ser banaya 10 kîlometreyan hebûna jiyanê lê zêdeye. Hêzên rêjîmê ku niha xwe gihandine Dêra Zorê jî di nava wê çolê re bê ku rastî bersivdayîneke xurt a çetyên DAIŞʹê hetbie pêş ket. Di wê herêma berfireh de tu bajarok û gundên zêde nîne, tenê bajaroka Suxnê heye, ew jî li gorî agahiyan balafirên rêjîmê û alîgirên wê bajar wêran kirin, heta ji destê DAIŞʹê girtin. Lê ji bajaroka Sixnê û heta bajarê Dêrza Zorê çoleke valaye, derfetên jiyanê lê nîne.

Çima di vê demê de gihan Dêra Zorê?  

Ev pêşketina rêjîma Sûriyê û alîgirên wê ku di vê demê de pêk hat, çima beriya niha ne dikarî pêk hatiba.  Ya rast ewe ku çeteyên DAIŞʹê giraniya hêza xwe ji bo parstina Reqayê bi kar tanî. Çeteyan ji beriya demekê piraniya hêza xwe ya li çolistanê ber bi Reqayê ve kişandin. Çekdarên wan ên mane jî ji ber têkçûna Reqa û Mûsilê bê mural bû û li gorî agahiyan hemû noqteyên xwe vala kirin. Hêzên rêjîmê ev yek qezen kir û pêş ket. Heger mirov di aliyê cografî de lê temaşe bike diyar dibe ku hêzên rêjîmê di bajaran de nikare pêşketinekê ber bi çava bi dest bixe, mînaka vê jî li herêmên başûrê Firatê hêzên rêjîmê nikare xwe bighîne bajaroka Medan a di navbera Reqa û Dêra Zorê û di vê yekê de pir pir zehmetiyan dikşîne. Çend roj berê çeteyên DAIŞʹê li vir gelek leşkerên rêjîmê û alîgirên wê kuştin û wan paş de vegerandin.

Tişta ji vê yekê diyar dibe ku wê DAIŞʹê zû deverên bajarê Dêra Zorê ku di destê wê de ne ji rêjîmê re bernede, bawer dikim ku wê rê nedin ku hêzên rêjîmê derbasî Bakurê Firatê bibin. Sedema wê yekê jî li bajarê Dêrza Zorê alîgirên rêjîmê ne pir zêdene, berûvajî wê piraniya şêniyên bajar û gundê wê li dijî rêjîma Sûriyê ne. Ev yek jî di destpêka şoreşa Sûriyê de diyar bû, bajarê ku herî zêde meşên girseyî li dijî rêjîmê lê hatin li darxstin Dêra Zorê bû.

Şervanên Meclîsa Dêra Zor a Leşkerî ya girêdayî QSDʹê li gorî Fermandarê wê Ebû Xewla ji Rutersê re got, dê di demeke pir nêzîk de dest bi hemleya rizgarkirina Dêra Zorê bike. Şervanên Meclîsa Dêra Zorê ji xwe di milê Ebû Xeşeb a bakur-rojavayê bajarê Dêraz Zorê de nêzî bajarê Dêra Zorê ne. Ji aliyê Şedadê jî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ne zêde dûrî bajarê Dêra Zorê ne. Piraniya şervanên Meclîsa Dêra Zorê ji şêniyên herêmê ne. Heger hat û hemle destpê kir, dê gelê herêmê wê bi hemû hêza xwe piştgiriya şervanan bike.

Di pêşeroja nêzîk de wê diyar bibe ka dê kîjan hêz herêma Dêra Zorê bi taybet xeta Firatê bi dest bixe û wê xwe bighîne bajarê Ebû Kemal. Hêza ku vê herêmê bi dest bixe wê di qonaxa piştî şer de xwedî hêz û bandora wê zêde be.