Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ceferî daxwaze Tirkiyê ya hevkariya di şerê PKKʹê de red kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Derve yê Îraqê Ibrahîm Ceferî got ku wî bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê  ( Mevlüt Çavuşoğlu ) re li ser girîngiya vekşandina Hêzên Tirkiyê ji Îraqê û got ku ew rê nadin ku Îraqê bibe herêmeke şer û hevkariya bi Tirkiyê ya di şerê li dijî PKKʹê red kirye.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê  ( Mevlüt Çavuşoğlu ) îro gihêşt paytexta Îraqê Bexdadê û tê payîn ku biçe Hewlêrê û bi Serokê PDK`ê Mesûd Berezanî re bicive.

Serdana Tirkiyê di demeke ku hemleya rizgarkirina Tilefir a parêzgeha Nînewa de pêk hat, her wiha piştî ku şandeya Herêma Başûrê Kurdistanê ku ji bo merseleya Rêferandumê çûbû Bexdayê, vegeriya Başûrê Kurdistanê pêk hatiye.

Ceferî di Tirkiyê têkildarî mijarê civîna  çapemeniyê bi Oglo re lidar xist. Ceferî got ku wan dosyên Siyasî, Aborî û nîqaş kirine. Me pêwîstiya hevkariya aborî bi hev re li herêmên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, gotin.”

Ceferî wiha got ku wan bi wezîrê Tirkiyê re mijara vekişandina hêzên bejahî yên Tirkiyê ji Başîqa nîqaş kirine û ji wan xwestine ku hêzên xwe vekişînin.

Li ser pirsa ku wê Tirkiyê hevkariya bi Îraqê re ji bo êrîşa li ser cihên PKK`ê bike, jî  got “Em nahêlin ku Îraq bibe herêmeke şerê herêmî û em nerindiya dewletên nêz qebûl nakin. Tu hevkarî  bi Enqara re ji bo şerê PKK`ê nehatiye ragihandin.ʺ

Ceferî destnîşan kir da zanîn ku hebûna PKK`ê li Îraqê di demeke ku pêşketinên di aliyê ewlekarî û rewşên ku li Îraqê rû dan de pêkhatiye.

Oglo got ku ew dixwezin ji bo şerê bi PKKʹê re hevkarî bi Hikûmeta Îraqê re bikin.

 (jo)

ANHA