Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cemîl Bayik: Ji bilî berxwedanê tu rê serkeftinê nayîne

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk diyar kir ku Rûsiya, Amarîka û hemû aliyiyênê din bi nêzîkatiyên xwe yên derbarê gelê kurd û Efrînê parstina Erdogan dikin û destnîşan kir ku çawa Kobanê liberxwe da û biserket wê gelê Efrînê jî berxwe bide serkeftinê qezenc bike û ev tiş anî ziman: “Ji bilî Berxwedanê tu rê serekftinê nayîn e.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Cemîl Bayîk bû mêvanê bernameya Nerîna Azad a televizyona Ronahî tv bû. Bayîk rewşa Efrînê nirxand û di bersivdayîna pirsên hatin kirin de got ku çawa berxwedana Kobanê biserr ket, wê berxwedana Efrînê jî biserkeve.

*Bi êrîşa li ser Efrînê hemû gelê kurd di pêvajoya giran re derbas dibe, Pêvajoya niha li Efrîn û Kurdistanê tê meşandin, girêdana xwe bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve çiye?

Di destpêkê de ez berxwedana gelê me ya Efrînê, berxwedana qîz û xortên Efrîn, berxwedana YPG û YPJ’ê silav dikim.  Dîsa gelê me li Ewropa, Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê li ser piyaye û piştgiriya Efrînê dikin. Ez hemûyan silav dikim, Di heman demê de gelê sosyalîst ku li gel gelê me ne, niha hin ji wan li Efrîn bi gelê me re tekoşînê dikin. Ez wan jî silav dikim.

Raste li ser Rêber Apo siyasetek dijwar tê meşandin. Ew siyaset ne tenê li ser Şexsê Rêber Apo ye, lê belê di şexsê wî de li dijî gelê kurd û hemû gelê azadîxwaze siyasetên xwe dimeşînin. Rêberê APO ne tenê ji bo gelê kurd, lê belê ji bo hemû gelên azadîxwaz re rêbertiyê dike. Rêber Apo felsefe û bîrdoziyê pêş dixe. Ên azadiyê û demokrasiyê dixwazin fikrê Rêber Abo ji xwe re esasê serkeftinê digirin. Hêzên kapîtalîst ji vê yekê pir ditirsin, ji ber wan wekî anternatîfa xwe dibînin, ji ber wê dixwazin pêşiya wê bigirin. Dixwazin gelê kurd ji wê biradîgmayê bêpar bikin, ji ber wê êrîşî Rêber Apo dikin.Li ser Rêber Apo ne tenê tecrîd tê meşandin, lê belê şerekî pskolojî, şerekî taybet dimeşînin. Berê rayedarên Tirkan gotibûn ku ew ê carekê nekujin, lê belê ew hero dikujînin, dewleta Tirk vê yekî li ser gelê kurd, li ser hêzên demokratîk jî dimeşîne.

Ger ku îro dewleta Tirk li Efrînê komkujiyan pêk tîne û hemû cûreyên çekan bikar tînin, li aliyê din jî siyasetê dike. Ger dijminek gelekî qebûl nekin, wê rêberê wî jî nas neke, lewma ji ber dixwazin gelê kurd tune bikin û bifetisînin, li ser Rêber Apo siyasetên dijwar dimeşînin. Siyasetên ku îro li ser gelê kurd tê meşandin, li ser Rêber Apo dimeşînin, ê rih daye vî gelî Rêber Apo ye. Gel ji ji bindestê derdixîne. Gelê kurd îro li ser esasê biradîgma Rêber Apo rabûye ser piyan û tekoşînê dike. Dibêje ku siyasetên berê li ser dihat meşandin qebûl nake û li ser wî esasî tekoşînê pêşdixe.

Gelê me di hemû şert û mercan de tekoşîna xwe meşandiye. Heger li ser Rêber Apo tecrîdê û siyaseta ku li ser tu kesî ne hatiye meşandin, dimeşînin, dixwazin gelê kurd tune bikin. Rêber Apo li dijî siyasetên wan tekoşîn da meşandin, gelê kurd rakir ser piyan û ew şiyar kirin. Ew niha kerbên xwe yên li dijî vê yekê li ser Rêber Apo didin meşandin. Heger îro li Efrînê êrîşa dagirkeriyê daye meşandin ew girêdayî heman siyaseta li ser RÊber Apo tê meşandin e.

*Bi êrîşa li ser Efrînê daxuyaniyên Erdogan û gotinên wî yên têne kirin, salên 1900, 1915 tîne bîra mirov. Em dikarin bêjin ku îro di şexsê Efrînê de dîrok xwe dubare dike?

Dema dewleta Osmanî li Tirkiyê têk çû, Ithad û Tereqî li Tirkiyê derket hole. Li her derê komkujî pêk tannin, dixwestin ku dewleta Osmanî li ser piyan bihêlin. Ji bo dewleta Osmanî biparêzin, li dijî hemû gelên din komkujî pêk anîn. Komkujî ne tenê li ser Ermeniyan bû, lê belê komkujî li ser romî, suryanî û kurdan jî pêk hat, yanî di heman demê de li ser hemû gelan pêk anîn. Xwestin tenê tirkan bihêlin û li dijî ên din komkujî pêk anîn.

Erdgoan û Behçelî Itîhad û Teriqiya nû ye

Niha jî komkujiyên ku Erdgoan pêk tîn e û êrîşên wî eyînî yên dema Itîhad û Tereqî ye.  Çawa dema Ithad û Tereqî derket, Niha jî Erdgoan û Bahçelî Itîhad û teriqiya nû ye, ji ber ku netewên din îro ne zêde ji wan re asteng in, lê belê tenê kurd li pêşiya wan bûne astengî, kurd tekoşînê dikin û ji bo azadiya xwe têdikoşin. Tekoşîna kurdan, ruh dide, ermeniyan, roman û suryaniyan wan zindî dike. Wan radike ser piyan. Ji ber vê yekê tên ser gelê kurd, armanca wan jî ew ku kurd û netewên din zindî nebin û ranebin ser piyeyan. Ji ber kurd niha gelên din jî radikin ser piyan.

Ew bi xwe jî vê venaşêrin, eşkere dibêjin ku ew ê kurdan tune bikin, li dijî kurd herdem êrîş dikin. Cimhûriya wan tu elaqeta xwe bi dewletê re tuneye, ew li ser şerê taybet hatiye avkirin. Ji bo xwe berdewam bike, her dem komkujiyan, xerabiyan û nakokiyan çêdikin. Ji ber vê  yekê berê li ser gelek pêkhateyan dane meşandin, wekî çawa li dijî roman, suryanî û ermaniyan pêk anîn, niha heman siyaetê dixwazin li dijî kurdan bidin meşandin.

* Erdgoan li Hetayê, ferman da çekdarên girêdayî xwe ku hemû tiştên ji holê rabikin û bişewtînin, ev nêzîkatiyek çawaye gelo?

Erdogan di sala 2005’an de çi got dema çûn ser Amedê gotin ku zarok bin, kal bin, pîrbin hûn dikarin bikujin, Tu têkiliya Erdogan bi islamê re tune, ew islamê ji xwe re wekî perdeyekê bikar tîne, tu têkiliya wî bi islamê tune ye, ew islamê ji xwe re wekî perdeyekê bikar tîne. Erdgoan dibêje ku wan tu der dagir nekiriye, ew derewan dike. Her kes dizane ku dewleta Tirk komkujî pêk aniye, zulim û zordarî pêk aniye. Niha jî ala xwe lê datînin û dibêjin ev der ê ya meye. Bi navê aştî û edaletê ketin Qibris, piştî ketênê parçe kirin û gotin ev ya me ye. Dewleta Tirk ket Başûr, niha nema kes dikare wan ji Başûr derbixe.

Ên Edaletê pêk tîne, komkujiyan pêk nayîne û aramiyê diparêze, Ema dewleta Tirk ne wihaye, li tevahî Sûriyê aramî nine, lê li Efrînê aramê û aşît hebû, ji ber wê bi hezaran insanên Sûriyê berê xwe dan wir. Tu niha êrîşî Efrîn dike, êrîşî aramiyê, aştiyê û biratiyê dike. Dewleta Osmanî li ser Ermeniyan, ewlewiyan û pêkhateyên din çi dane meşandin, her wiha dewleta Tirk li ser Qibirs, li ser Başûr çi daye meşandin, îro dixwaze li ser Rojava bide meşandin. Tu têkiliya vê bi edaletê re nîne, ev berûvajî wê li dijî edaletê ye, edaletê ji hole radike.

Tu li Efrînê komkujiyan pêk tîne, isnan dide koçberkirin. Ew îda dikin ku ew ê gelê herêmê ji zulmê xilas bikin. Ew derewên mezin dikin, êrîşa wan li dijî hemû gelên li Efrînê jiyan dikin e. Malên wan xira dikin, wêran dikin û bexçên wan talan dikin. Dibêjin ku ew gelan diparêzin, dibêjin ku ew sivîlan diparêzin, ema di rastiyê de ew li dijî vê yekê tevdigerin. Li hemû aliyan sivîl têne kuştin. Bi sedan inasnên sivîl şehîd bûne û birîndar bûne. Bi navê şerê leşkerî dijminatiya gelê Efrînê dikin, dixwazin gelê Efrînê bidin koçberkirin, Efrînê vala bikin. Dibêjin ku Artêşa Azad hêzên herêmî ye, lê ya rast ew ne yên wê herêmê ne, ew çeteyên bi Tirkiyê re şerê Efrînê dikin DAIŞ û Cebhet El-Nusera ne, ew dixwazin tola xwe ji gelê kurd, gelê ereb û gelê ermenî rabikin. Bi balafir, tang û topan êrîş dikin, dixwazin her tiştî ji holê rabikin. Tu têkiliya wan bi mijarên netewî re nîne. Kes nizane ku dewleta Tirk ev ji kur kom kirine. Çekdarên ji Til Efer, Dêrazor, Raqa û deverên din reviyan, kom kirin, li ba xwe perwede kirin û niha bi wan êrîşî Efrînê dikin. Îda dikin ku ev hêzên netewîne, ev dixwazin xaka Sûriyê dagir bikin, ev dixwazin li gel Tirkiyê xaka Sûriyê dagir bikin. Dîsa Erdogan dibêje ku ew çekên di êrîşa Efrînê de bikar tînin ên li Tirkiyê çêdikin. Lê di rastî de çekên li dijî Efrînê bikar tîn in çekên NATO ne. Bi tangên Elman kurd û erebên Efrînê qetil dikin. Erdogan pir derewan dikin, ew çi dibêjin tam bervayî wê tê kirin. Bexçelî digot ku divê ên li Efrînê li ber xwe didin hemû tune bibin. Berî ev siyaset li Cizîr, Sûr û hemû deverên Bakur tê bikaranîn. Heger fermandarên wan wiha nekin, hesab ji wan tê xwestin. Ji wan re dibêjin bikujin, tune bikin. heman siyaset DAIŞ’ê bi Erdogan re li Kobanê û gelek deverên din pêk anî. Gelên sosyalîzim ev rastî baş naskirin. Erdogan li hemû cîhanê faşizmê pêk tîne.

Tirkiyê nema dikar kesî bixapîne, ji ber ku êdî rastî hemû li ber çavaye. Niha dibêjin ku li Efrînê xeterî li ser wan heye, ji bo parstina xwe bikin, êrîşan pêk tînin, vê yekê dikin behane da ku dagirkeriya xwe rewa nîşan bidin. Dibêjin ji ber ku li dijî wan tevger heye, wan êrîşî Efrînê kiriye. Dixwaze tevgera xwe ya faşist, rewa bikin û dibêjin ku ew ê Efrînê teslîmî gelê wê yê rast bike. Ma ji derveyî gelê Efrînê kî xwediyê wê ye. Di şexsê Efrînê de dijminatiya gelê kurd pêş dixînin, dibêjin ku ew ê 3 milyon koçberên Sûriyê li Efrînê bi cih bikin, ma ev kîne, ma ev xelkên Efrînê ku hûn wan bibin Efrînê ne.

Ewropa ji koçberên Sûriyê pir ditirse, lewma dema ji wan re dibêje ku wê koçberan bibe Efrîn, her kesî dixapînin. Ewropî jî jê re dibêjin ku başe tê koçberan bi cih bike. Ji ber wê gelê me dive li dijî van axaftinên Erdogan/Behçelî berxwedanê mezin bikin û axaftinên wan vala derbixin.

*Erdogan di êrîşa li ser Kobanê de got wê Kobanê bikeve, li dijî tevgera we jî dibêje wa dawiya wan tê. Ew isra ku behsa wê dikin û dinepixînin, lê tiştek bi dest naxin, ev rastiya Dewleta Tirk nîşan dide?

Lazim mirov eşkere bike bê çima li dijî Efrînê êrîş pêk anîn. Em gerke wê vebikin, DAIŞ li Dêrazorê hema bêje ber bi dawî ve çû. Tunebûna DAIŞ’ê tê wateya mirina Behçelî-Erdgoan, ji ber wê naxwazin ku DAIŞ’ê tune bikin. Derbeyên li DAIŞ û Nusra dikevin li wan dikevin, ji ber wê naxwazin DAIŞ û Nusra tune bibe, Erdogan-Bahçelî wan diparêzin. Di hindirê Tirkiyê de jî rewşa awerte anîne pêş, ew bi vê yekê pir tengav bûne. Li aliyê din me hin rayedarên Mîtê girtin, vê yekê wan tengav kir. Heta di nava AKP’ê de jî tengaviya wan pêş dikeve. Ji derve ji xwe tengav in, li hindir jî tengav in. Çi bikin da ku xwe ji vê tengaviyê xilas bikin, nijatperestiyê derdixin da ku xwe ji tengaviyê bidin alî.

Dixwazin di hilbijartinan de qezenc bikin, lewma dixwazin faşizmê derbixin pêş, lewma siyasetên wan her dem li ser esasê şere, her dem zulmê û zordariyê derdixin pêş. Bi vê yekê her dem xîtabî nijatperestên Tirkiyê dikin, bi vê yekê jî dixwazin wan tevger bikin.

Di encama tekoşîna me û hêzên soyaslist ên Tirkiyê de dewletaa Tirk tu hêza xwe nemaye, ji ber vê yekê li dijî kurdan şer pêş dixin. Li her çar parçeyên Kurdistanê êrîş pêk tînin. Ji bo rêjma ku ew dixwazin li Tirkiyê bidin meşandin pêş bixin êrîşî kurdan dikin. Dixwaze hemû armancên xwe li ser xwîn û dijîtiya gelê kurd derdixin pêş. Gelê kurd vê baş fam dike, hêzên sosyalizim vê baş dizanin. Erdogan li ser dijîtiya gelê kurd xwe kir serokê cemhûriyetê.

Lazime gelê kurd vê rastiyê bibîne. Tu têkiliya Erdogan bi islamê re nîne, zirarke mezin dide islama rast. Lazeme hemû kurd vê rastiyê bizanin. Gerek êdî bes baweriya kurdan bi wan were. Di navbera kurdan de tu cûdahiyê naxênê, Ji bo wan kurd reş be spî be dijminên xwe dibînin. Ew xapandinê dikin, li Dêrsimê çawa yên alîkariya wan kirin û dijberiya gelê xwe kir, tune kirin. Yanî gerek gelê kurd û hemû gelê msisliman vê rastiyê baş bizane. Erdgoan ji bo rêjma xwe biparêze hemû cûreyên çekan didin bikaranîn. Qetilaman pêk tînin. Kurdan dikin qurbanî, li dijî Efrînê hemû cûreyên çekan bikar tînin, ji bo vê jî rewa bikin, derewan dikin.

‘Bi Fermana Rûsiya êrîşî Efrînê kirin’

Bi erêkirina Rûsiya êrîşî Efrînê kirin, ema Rûsiya nikare êrîşa wan biparêze, Amarîka jî got ew herêm ne ya wane, gotin em li wir opersyon nakin, yanî wan jî rê da êrîşî Efrînê bikin, lê nikarin dagirkiriya Tirkiyê rewa bibînin. Ewropa jî vê yekê nikare rewa bikin. Lê ev dewlet dirûtiyê dikin, dixwazin li ser kurdan nakokiyên xwe çareser bikin. Lazime hemû gelê demokrasîxwaz vê rastiyê baş bibîne, dive qederê xwe û Efrînê bikin yek. Çawa berê li Kobanê qederên xwe kirin yek, lazime li Efrînê jî vê bikin yek. Baweriya min heye ku sosyalizmên cîhanê, gelê ereb û gelê kurd çawa li Kobanê Erdogan dan ber lingan û li erdê dan, wê li li Efrînê jî bikin.

Belkî li Efrînê wêraniyê pêş bixin, belî wekî Kobanê xirabiyê pêş bixin, lê wê gelê Efrînê biser keve. Gelê Efrînê bi rastî qehremane, ne tenê ji bo xwe şer dikin, ji bo hemû cîhanê şer dikin. Gelê Efrînê dizane çima li ber xwe didin, ew di ber hemû cîhanê de şerê parstinê dike. Bi derfetên xwe li dijî hemû çekên wan derdikevin. Gelê Efrînê tema azadiyê kirine, ên tema azadiyê dikin, wê heta dawî ji bo azadiya xwe tekoşînê dikin.

Heger gelê me û şervanên ku li Efrînê şer dikin, tema azadiyê wergirtine û niha li ser wî esasî tekoşîn ê dike wê serkeftinê qezenc bike. Ên dagirker û êrîşkar wê nikaribin tiştekî qezenc bikin. JI îradeya azadiyê û îradeya mirovan a azadiyê tu îrade xurt nine, îradeya azad wê karibe hemû artêşan têk bibin. Li Kobanê jî heman tişt pêk hat, li Kobanê gelek gund dagirkirin û ji sedî 90 bajar jî dagir kirin. Lê di dawiyê de tekoşîna gelan biser ket û serkeftin qezenc kirin.

*Em tev dizanin ku Başûrê Kurdistanê di siyaseta xwe bi israr bû û heta hefteyekê ji êrîşan bê deng bûn. Lê di dawiyê de parlamantoya Başûr biryar da ku sînoran vebike, gelo ev ji bo têkiliya di navbera kurdan de dibe ku bibe qonaxek nû?

Niha  di şexsê Rêber Apo de konsebtek li dijî gelê kurd tê pêşxistin, her ku diçe gelê kurd vê baş fam dike. Li Başûr jî êdî saziyên me û gelê me vê yekê baş fam dike. Heger gelê me yê Başûr ji bo Efrînê radibin ser piyan, ciwan dibêjin ku ew ê herin Efrînê şer bikin, ev jî beşek wê rastiyê ye. Gelê Başûr tengaviyek jiyan kirin, beşek mezin ji dest her kesî ev baş dîtin. Gelê Başûr dît ku çawa li dijî gelê kurd konseptek didin meşandin.
ew başe, lazime gelê me yê Başûr bi siyasetmedarên xwe, rewşenbîr, saziyên xwe li Efrînê xwedî derkevin. Heger li Efrînê berxwedan biser ket, wê ew konsepta wan a li dijî gelê kurd êdî nemeşe. Erdogan dixwaze itîfaqên Lozanê biparêze, ji ber ku itîfaqên Lozanê têk çûn wê kurd li hemû parçeyan biserkeve. Heger li Efrînê berxwedan biserket wê Lozan ji holê rabe.

Niha her ku diçe di kurdan de yekîtî pêş dikeve, Kongreya Netewî pêş dikeve. Li Kobanê berxwedan biserket, li Efrînê wê berxwedan bikeve encamê. Biryara ji perlamantoya Başûr jî vê yekê nîşan dide. Gelê me yê Ewropa jî ji roja yekem li ser peyane û çalakiyên xwe didomînin. Gelê me yê Rojava jî wihaye. Li Bakurê Kurdistanê jî gelê me di bin şert û mercên zehmet de ye, lê car de jî dikarin protesto bikin, dikarin êvarê çirayên xwe vemirînin, pirotesto bikin.

*Di nerîna we de dem ne hatiye ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hêzên Tirk li Beşîqa û deverên din bide berxwe û wiha piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê bike?

Dewleta Tirk navenda faşizmê ye. Tekoşîna gelê Rojava piştgiriya Ewropa, Başûr û Bakurê Kurdistanê jî dike. Yek beş wê nikaribe faşizmê bi tena xwe tune bike. Divê hemû parçe û Eworopa jî bi hev re divê tekoşînê pêş bixin. Berxwedana Efrînê îro ji bo hemû parçeyan e.

‘Siyaset Rûsiya û Amarîka xizmeta Demokrasiyê nake’

Niha siyasetên Ewropa, Amarîka û Rûsiya didin meşandin xizmeta azadiyê, demokrasiyê nake. Belkî ew dibêjin ku bi vî şeklî li Tirkiyê pêşiya faşizmê bigirin û paşê li pêşiya demokrasiyê vebikin, ev ne raste, kurdan dikin qurbanî, li ser kurdan dixwazin armancên xwe pêk bînin. Ew fam dikin ku dibe Erdogan di siyasetên xwe de guhertinan bikin. Ew xizmeta Erdogan bi vê yekê dikin. Kurd êdî vê yekê nema qebûl dikin, lazime Sûriyê jî vê siyasetê qebûl neke, heger Sûriyê ev yek qebûl dike, rê li ber parçebûna Sûriyê vedike. Dagirkeriya Tirk her derê dike yê xwe, çawa Hatayê kir ê xwe, wê ji  Bab, Ezaz û Cerblusê jî dernakeve. Li pêşiya vê girtin tê wateya pêşxistina demokrasî û çareseriyê. Rûsiya jî lazime vê baş bibîne, Di nerîna Rûsiya de ku bi vê siyasetê wê NATO lawaz bike, ew şaştiyê bi vê yekê dikin, Tirkiyê ji NATO dûr nake. NATO wiha lawaz nabe, ew siyaset xizmeta Rûsiya jî nake ev di xizmeta Erdgoan de ye. Heger Erdgoan bû bela ji ber vê siyasetên wa bû bela, lazime li ser kurdan siyasetên xwe pêk neyînin, kurd êdî wê yekê qebûl nakin.

Di dawiyê de jî lazime gelê me berxwedana xwe bidomîne, ji ber ji bilî berxwedanê tu riyên serkeftinê nayê.

(dc)