Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cemîl Horo yek ji sembolên hunera kurdî ye

 

SILÊMAN EHMED

EFRÎN- Hunermendê kurd Cemîl Horo yek ji sembolên hunera Efrînê ye, bi berhmenên xwe yê dengbêjiyê hunera kurdî dewlemend kir, li gel hejmareke ji hunermedên kurd beşdarî şahî û festîvalan bû. Ji ber nêrîna xwe ya siyasî hat girtin.EFRIN-CIMEL-HORO ‫(1)‬ ‫‬

Cemîl Horo li gundê Çolaq li ber destê şêx Mihemed Şêx Heyder fêrî zanista olî bû, ji ber rewşa zehmet a jiyanî neçar ma ku malabata xwe xwedî bike, li herêma Cindirêsê dikaneke necariyê vekir, rexmî temenê wî yê mezin û birîna wî ya ji ber emeliyekê di dikanê de dixebitî.

Cemîl Horo dema ku li Şêxmeqsûd çayxaneyeke vekir, jî ev çayêxane heya niha bi navê Cemîl Horo tê naskirin, li gundê Til Selor ê jî nêzî Cindirêsê jî parkeke vekir.

Jiyana wî ya siyasî

Cemîl Horo yek ji endamên Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê bû, dema yekîtiya di navbera Sûriye û Misirê de ji ber nêrîna wî ya siyasî  ji aliyê rêjîma hakim ve hate girtin. Carekê ji ber ku tevlî sê hevalên xwe agirê Newrozê vêxistibûn 80 rojan hate girtin, di girtîgehê de rastî êşkenciyê zor hat. Piştî ji girtîgehê derket, malbatê ew derbasî nexweşxaneya El-Razî kir, lê dema bijîjk nas kir ku siyasetmedarekî kurd ew derbasî nexweşxaneyê nekir, li ser vê yekê li gel mala bijîkekî hate tedawîkirin.

Cemîl Horo ku gelek caran hatibû binçav neçar man ku tevlî malbata xwe ji Sûriyê derkevin û biçin Tirkiyê, li wir navê xwe guhert û kir Ebid El-Qehreman, piştî demekê berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Hunera Cemîl Horo

Tevahî xebata Cemîl Horo ji bo vejandina humer û dengbêjiya Kurdî bû, li gel vê yekî jî xwedîkirina malbatê bû.

Cemîl Horo di 10 saliya xwe de fêrî xwendina Quranê bû, ev yek bingeha dengbêjiyê li gel wî ava kir, li gel sirûdên ku li dibistanê fêr bibû hunera dengbêjî li gel wî pêş ket. Hunera wî ya dengbêjiyê di şahî û dawetan de dest pê kir.

Cemîl Horo di sala 1965-1966‘an de yekemîn albuma xwe li Helebê tomar kir, albuma wî ji hejmarek strana mîna Memê alan, Feteh Beg, Sibe şer e, Xana dînê, Eyşê Îbê, Dizo, Cebelî, Xemê zanlim, tosino, Weyl lawo û Lo bavo pêk dihat.

Dema li Tirkiyê jî bû, bi dengbêja kurd Eyşê Şan re stran tomar kir. Hin ji wan stranan;

Leyla Qasim, Şêx Seîd, Ebro kevan, Keça Kurda, Berzanî, Pêşmergê Kurd, Newroz, Delalê Milanî, Ay felek Gula Nesrîn, li gel van jî hejmareke starnên şoreşgerî tomar kirin.

Cemîl Horo li gel hejmarek dengbêjin kurd û ereb ji wan Selah Resûl û Seyîdko, Seyîd Yûsif, Şirîn, Seyfî Metîn, Arifê Cezrawî û koma Efrîn a Dîlanan beşdarî mihrîcana Sûka Berheman a ku 2‘ê tîrmeha 1972 li sînema Rêvolî ya Lubnanê hatibû lidarxistin, bû, her wiha li wir beşdarî şahiya Newrozê jî bû.

Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Nişet Artaş û Nûrî Suzguzel gundar dikir, taybetmendiyên van dengbêjan li gel Horo xwedî taybetmendiyên cuda bû.

Dengbêjê kurd Cemîl Horo di encamê nexweşiyekê de, di 19‘ê îlona 1989‘an li nexweşxaneya Ibn Ruşud a Helebê çû ser dilovaniya xwe, cenazeyê wî li goristana gundê Kefer Cena ya kantona Efrînê li kêleka têkoşer Nûrî Dêrsimê hate veşartin.

(bb)

ANHA