Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cenazeyê Fermandarê Hêzên Eşîreyan hat oxirkirin

EFRÎN – Welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê cenazeyê Fermandarê leşkerî yê Hêzên Eşîreyan Yehya Şihadê li goristana Şehîd Refîq oxir kirin.EFRIN-OXERKERINA-SEHIDA-YEKEMIN-YA-HEZEN-RUSPIYAN1 ‫(164364805)‬ ‫‬

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê, rûspiyên êlên ereb ên herêmê û Endamên saziyên sivîl cenazeyê Fermandarê leşkerî yê Hêzên Eşîreyan Yehya Şihadê (Etîq) ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve, ketin rê.

Li goristanê deqeyek rêz hat girtin û toraneke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê Giştî yê Hêzên Eşîreyan şêx Ebdulrehman  Xoce axivî û got ku şehîd Yehya soza ku dabû gelê xwe û welatê xwe pêk anî. Her wiha Xoce soza tolhildanê û domandina têkoşînê nû kir.

Her wiha bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Ehmed Ebdo û Endama Meclîsê ya herêmên Şahbayê Emîne Xidro axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û dane zanîn ku bi fedekariya şehîdan, dê civakeke azad û demokratîk were avakirin.

Di dawiyê de, nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.

(mm)

ANHA