Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cenazeyê Mazin û El-Kurdî li Eyn Îsayê hatin veşartin

GIRÊ SPÎ – Cenazeyên du şervanên QSD‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne bi merasîmeke li goristana Şehîdên Reqayê hatin veşartin.EYN ISA-MERASIMA-SEHIDA (2)

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundên wê cenazeyên şervanên QSD‘ê Mazin Mihemed (Mazin Reqa) û Basil El-Hemed (Ebû Muhened El-Kurdî) li goristana Şehîdên Reqayê ya li gundê El-Hikûmiya oxir kirin.

Ji bo oxirkirina herdû şehîdan merasîmeke hate li darxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê de, endamê Komîteya Têkiliyan a QSD‘ê Siûd Feysel sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û berxwedana şevanên QSD‘ê ya silav kir. Siûd Feysel soza xwedîderketina li nirxên şehîdan û domandina xeta wan heta tunekirina terorê nû kir.EYN ISA-MERASIMA-SEHIDA (3)

Di merasîmê de axaftin ji aliyê beşdaran ve hate kirin, di axaftinan de rola şehîdan a parastina nirxên jiyanan hevbeş û biratiya gelan a di navbera gelan de hate destnîşankirin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanan cenazeyên hevalên xwe li ser milên xwe kirin û di nava dirûşmeyan spartin axê.

(bb)

ANHA