Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Cenazeyê pîlotê Rûsî bi fermana Tirkiyeyê hate radestkirin’

ALVA OSÊ

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Elî Betal diyar kir ku cenazeyê pîlotê Rûsî bi fermana Tirkiyeyê hatiye radestkirin ev yek jî eşkere dike ku komên terorîst bi fermana Tirkiyeyê tevdigerin û got ku Tirkiye bi vê yekê hewl dide hevsengiyên hêzan li herêma Idlibê li gorî berjewendiya Cebhet El-Nusra biguherîne û pêşvehatina artêşa rêjîma Sûriyeyê rawestîne.

Piştî ku çeteyên Cebhet El-Nusra çekên dij-balefiran ji Tirkiyeyê wergirtin, balefireke Rûsyayê li herêma Idlibê xistin xwarê û pîlotê wê jî kuştin. Girêdayî mijarê Endamê Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Elî Betal ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî û got ku çeteyên Cebhet El-Nusra cenazeyê pîlotê Rûsî bi fermana Tirkiyeyê radest kirin û da zanîn ku di vê derbarê de du senaryo berdest in û ya herî zêde tê gumankirin ew e ku Tirkiyeyê hewl dide hevsengiya hêzan li herêma Idlibê li gorî berjewendiya çeteyan biguherîne.

Betal di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Xistina balefira şer a Rûsya li bajaroka Seraqib ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra ve xaleke sereke di guhertina hevsengiya hêzan li Sûriyeyê ye û dibe ku encamên wê di aliyên leşkerî û siyasî de metirsîdar bin û dibe têkliya di navbera Emerîka û Rûsyayê de û di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de xirabtir bike.”

Betal got ku balefire Rûsyayê bi çekeke Emerîkî hatiye xistin û axaftina xwe wiha domand: “Di vê derbarê de du senaryo hene û dibe bersiva hin pirsan bidin. Senaryoya yekemîn ew e ku dibe Cebhet El-Nusra evan çek rasterast ji Emerîka wergirtibin, da ku zextê li Rûsyayê bike. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Emerîka ragihand ku wan çekên wisa nedane ti aliyan. Senaryoya duyemîn jî ew e ku Cebhet El-Nusra evan çek ji aliyekî herêmî wergirtibe û hikûmeta Tirkiyeyê nîşan da û ev ihtîmal zêde ye. Tirkiye bi vê yekê hewl dide hevsengiya hêzan li herêma Idlibê li gorî berjewendiya El-Nusra biguherîne û pêşvehatina artêşa Sûriyeyê di bin sîwana ezmanî ya Rûsyayê de rawestîne û bi sedan gund û deverên stratejîk ên weke balefirgeha Ebû Zihûr vegerîne.”

Endamê Desteya Rêveber a Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Elî Betal axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desteserkirina rêjîmê ji herêma Idlibê re tê wateya dawiya El-Nusra û Ehrar El-Şam û hemû tabûrên radîkal ên girêdayî Tirkiyeyê di Sûriyeyê de ye. Nîşana herî ber bi çav a girêdana van tabûran bi Tirkiyeyê re ew e ku cenazeyê pîlotê Rûsî bi fermana Tirkiyeyê hate radestkirin.”

(jh)

ANHA