Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cenazeyê şehîd Şahîn Rojhilat hat oxirkirin

EFRÎN – Şêniyên Kantona Efrînê ya girêdayî herêma Federal a Efrînê cenazeyê Şahîn Rojhilat, oxir kirin.EFRIN-MERASIMA-SEHID-SAHIN-RUJHILAT (7)

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê cenazeyê têkoşer Şêxmûs (Şahîn Rojhilat) ku di berxwedana li hember êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Kantonê de şehîd bûye, ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi goristana Şehîd  Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve, ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de nûnerên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM′ê û Kongreya Star, amade bûn.

Li goristanê merasîmê bi deqeyek rêz  û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre jî şervana YPJ′ê Amed Kando û Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Meryem Henan, axivîn.EFRIN-MERASIMA-SEHID-SAHIN-RUJHILAT (4)

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwsetin, her wiha bal hat kişandin ser plan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Rojava, Efrîn û Şahbayê.

Di berdewama axaftinan de bang li dayîkên şehîdan hat kirin ku bi zarokên xwe serbilind bin.

Apê şehîd, Mihemed Qenber jî diyar kir ku bi saya berxwedana cangoriyên azadiyê herêma Efrînê li hember êrîşan li ber xwe da. Mihemed soza şopandina riya şehîdan  da.

Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat oxirkirin.

(mm)

ANHA