Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cenazeyê şehîd  Xebat li Dêrikê hate oxirkirin

Qamişlo– Bi sedan welatiyên herêma  Derikê  cenazeyê  şervanê  Xebat  Dêrik (Salih Xidir Hemûş) yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bû, li mezara Şehîd Xebat oxir kirin.Cenazeyê Şehîd Xebat Derik Li Mezarê Hat b Oxir Kirin‏ (4)

Welatiyên herêma  Derikê  cenazeyê şervanê YPG‘ê Xebat  Derik ji  nexweşxaneya  bajarê  Derikê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Mezara Şehîd Xebat bi rê ketin.

Li mezarê  merasîm ku bi rêzgirtinê dest pê kir, hate lidarxistin.

Di merasîmê de bi navê Têkiliyên YPG‘ê Şengal Tik Koçer axivî û hemû şehîdîn azadiyê bi bîr anî û soza şopandina xeta têkoşeran nû kir.

Her wiha, Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mesnûr El-Selûm axivî  û sersaxî ji malbata şehîd Xebat re xwest û got ku bi saya keda şervana serkefrinên mezin hatin bi destxistin. Mensûr El-Selûm got “Sala derbasbyî sala rizgarkirinê û têkçûyîna DAIŞ‘ê bûn, wê sala nû bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Bi hevgirtina hemû pêkhateyan sîstema desthilatdar li herêmê şikest.”Cenazeyê Şehîd Xebat Derik Li Mezarê Hat b Oxir Kirin‏ (3)

Piştî  axaftina  nasnameya  şehîd  hate  xwendin  û radestî  malbata wî hate kirin.

Bi navê malbata Şehîd Xebat xalê wî Remedan Xelef axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta xwaziyê xwe serbilind in û got ku bê şehadet azadî pêk nayê.

Piştî axaftinan, girse cenaze hilgirtin û di nava tilîliyên dayika û dirûşmeyên ‘Şehîd namirin‘ spartin axê.

(bd/bb)

ANHA