Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cenazeyê Şerîf li goristana Şehîd Dijwar hat oxirkirin

HESEKÊ – Şêniyên bajarê Hesekê têkoşer Şerîf Şiyar li goristana Şehîd Dijwar, oxir kirin.HSK-MARSIMA-SAHIDA 0

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajêr kom bûn, cenazeyê têkoşer Îmad Mesûd Ibrahîm (Şerîf Şiyar) ku di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûye wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve, ketin rê.

Merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Mihabad Koçer axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û got ku hêzên wan rûberên fireh ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin. Mihabad ev tişt anî ziman: ″Hêzên me bajarê Reqqayê dorpêç kirin û azadî nêze.″

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen anî ziman ku şervanên QSD′ê ji bo rizgarkirina gelê xwe, berxwedaneke bêhempa didin meşandin û wiha got: ″QSD′ê tekane hêza ku parastina hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan dike ye.″

Her wiha Endamê TEV-DEM′ê Ferhan Dawûd jî êrîşên PDK′ê yên li ser Şengalê şermezar kir û da zanîn ku armanca vê yekê derxsitina tevlîheviyan di navbera gelên herêmê de ye.″

Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyî wî li goristanê hat oxirkirin.

(mm)

ANHA