Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cenazeyê şervanê  Sutoro hate definkirin

HESEKÊ – Welatiyên bajarê Hesekê cenazê şehîdê Hêzên Sutoro Sifyan Hac Elûş (Merdûd) li goristana Siryan a li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê spartin axê.

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdê Hêzên Sutoro Sivyan Hac Elûç (Merdûd) ê di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû, ji pêşiya navenda leşkerî ya Sûryanî ya li taca Nasra wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Siryan a li taxa Mişêrfê ve derketin rê.HSK-MERASIME-SEHIDE-SUTURO1 ‫(1)‬ ‫‬

Di gihiştina goristanê, merasîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan hate lidarxistin, destpê kir, paşê berpirsê Têkiliyên Meclîsa Leşkerî ya Suriyanî Ebcer Ebcer axivî û got ku şehîdan finda serhildanê pêxistin.

Ebcer daxuya kirin ku şehîd Sifyan li soza xwe derket û tola birayê xwe Hisên rakir.

Li aliyekî din berdevkê Hêzên Sutoro Akad Hena da zanîn ku şehîdan bi xwîna xwe ax av dan, her wiha Akad soza berdewamkirina riya şehîdan nû kir.HSK-MERASIME-SEHIDE-SUTURO1 ‫(186319364)‬ ‫‬

Di berdewama merasîmê de her wiha endamê fermandariya YPGʹê Zekî Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku Meclîsa Leşkerî ya Suriyanî li pişt YPG`ê û YPJ`ê û hemû hêzên di bin banê QSD`ê şer dikin cih digirin û derbeyên giran li çeteyan dixin.

Paşê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fadî Ibrahîm nasnameya şehîd xwend û radestî malbata şehîdan kirin.

Hevalên şehîd di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayîkan, şehîd spartin axê.

(jo)

ANHA