Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cenazeyê şervanê YPG’ê David Taylor li Emerîkayê hate veşartin

NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê şervanê YPG’ê yê Emerîkî David Taylor yê bi nasnavê Zafer Qereçox, li Emerîkayê bi merasîmekê hate veşartin.

Şervanê YPG’ê yê Emerîkî David Taylor bi nasnav Zafer Qereçox, di 16 Tîrmehê de, di PÊNGAVA RIZGARKIRINA REQAYÊ de şehîd bûbû. Taylor ê ku 4 sal di artêşa Emerîkayê de derbas kiribû, cenazeyê wî di roja 27’ê Tîrmehê de, ji ser Başûrê Kurdistanê re ber bi welatê wî Emerîkayê ve hatibû rêkirin.

Ji bo Taylor, li eyaleta rojavayê Virginia, bajaroka Buckannonê merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de, malbata Taylor, şaredarê bajêr Mavid McCauley, nûnerê sazîya gaziyên Emerîkî, leşkerên berê û Kurdistaniyên li Emerîkayê amade bûn.

Tevî ku Taylor leşkerekî berê yê Emerîkî bû jî, merasîm bi awayekî fermî hat lidarxistin.

Di merasîmê de ya ku ji aliyê şaredar McCauley ve hat birêvebirin, nûnerê sazîya gaziyên Emerîkî, Taylor ‘wekî leşkerekî ku erka xwe ya parastina nirxên azadiyê bi cih aniye’ pênase kir.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî bi rêya telefonê beşdarî merasîmê bû û li ser navê YPG-YPJ û QSD’ê ji malbata Taylor û gelê Emerîkayê re sersaxî xwest, soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir.

Di dawiya merasîmê de, li gor kevneşopiya oxirkirinê yê artêşa Emerîkayê rêz hat girtin, alaya wî radestî malbata wî hat kirin.

(kc)