Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cenazeyên Ehmed û Xebat hatin oxirkirin

Dîmen

MINBIC/TIRBESPIYÊ – Şêniyên bajarên Minbicê û Tirbespiyê cenazeyên têkoşerên azadiyê Ehmed Hemûd û Xebat Hedad, oxir kirin.

Minbic

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Hemûd ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevseroka Komîteya Parastinê Nofa Silêman, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî, Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenber, Endamên Meclîsa Ciwanan, saziyên sivîl û leşkerî, amade bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Kevaa Elî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û da zanîn ku cangoriyên azadiyê di oxira avakirina jiyana azad û birûmet de, canê xwe feda kirin.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina têkoşîn û berxwedanê da.

Her wiha Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî jî diyar kir ku şehîdan riya azadiyê ronî kirin û soza şopandina riya wan da.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.

Tirbespiyê

Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê jî cenazeyê şehîd Merwan Erak Hisên (Xebat Hedad) ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, li goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî, Fermandarê YPG′ê Mihemed Zêdan û birayê şehîd, Mehmûd Hisên, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê hatin şermezarkirin û hat zanîn ku Tirkiyê bi vê yekê hewl dide destek bide çeteyên DAIŞ′ê yên ku li Reqayê derbeyên giran ji destê şervanên QSD′ê dixwin.

Her wiha soza şopandina riya şehîdan û bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê, hat dayîn.

Di dawiyê de nasnameyê têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.

(mm)

ANHA