Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çend çavdêrî ji eniya paş a Xezeba Firatê – 3

Tebqa hîn nû hatiye rizgarkirin û pêdiviya wê bi gelek sererastkirin û avakirinan heye. Xebat bi lez û bez tên meşandin. Li aliyê din di nava nîv hilweşandinê de zindîbûnek jiyanê balê dikişîne. Pirsgirêkên gelên navçeyê hene, lê xilasbûna ji destê çeteyan û bi awayekî azad axaftin çavkaniya wan a şanaziyê ye. CAVDEREN-JI-ENIYA-PES-YE-XEZEBA-FIRATE1 ‫(1)‬

TEBQA

Pêngava herî girîng a Hemleya Xezeba Firatê bêguman rizgarkirina Navçeya Tebqayê bû. Pêngava ku di 21’ê Adarê de destpê kiribû, di 10’ê gulanê de bi rizgarkirina navçeyê û derdora wê re bidawî bû.
Tebqa 40 kîlometre dûrî Reqqa û 120 kilometre jî dûrî Helebê ye. Li gorî serjimariyên rejîmê hejmara şêniyên navendê derdora 70 hezarî ye, lê li gel 150 gundên girêdayî navçeyê ev hejmar du qat dibe. Li navçeyê gelên ereb, kurd, çerkez û ermenî dijîn.

Navçeya ku li kêleka Çemê Firatê hatiye avakirin, ji 2 beşan pêk tê. Wargeha kevin berê di statuya gund de bûye û wekî Tebqa Qedîm tê zanîn. Wargeha nû jî piştî çêkirina bendavê hatiye avakirin û navê Sewra (Şoreş) yan jî Tebqa Cedît lê hatiye kirin. Herêm di heman demê de wargehek dîrokî ye û gelek şaristanî serwer bûne. Keleha Caber ku wekî giravekê di nava Firatê de ye, di dema begîtiya Zengiyan de hatiye avakirin. Her wiha gelek cihên din ên dîrokî hene, lê piraniya wan di bin ava bendavê de mane. Di sala 1968’an de dest bi çêkirina Bendava Tebqa (Firat) hatiye kirin û di sala 1973’an de temam bûye, di sala 1977’an de jî santrala hîdro-elektirîk hatiye çêkirin. Li Suriyeyê bendav û santrala hîdro-elektirîk a herî mezin bendav û santrala Tebqayê ye. Li başûrê navçeyê jî balefirgeha leşkerî heye. Lewma cihekî stratejîk ê Tebqayê heye.CAVDEREN-JI-ENIYA-PES-YE-XEZEBA-FIRATE1 ‫(125305351)‬ ‫‬

Navçe di sala 2011’an de ket destê komên çete yên Artêşa Azad ku serkêşiya wan El-Nusra dike, di sala 2014’an de jî çeteyên DAIŞ’ê dewir girt. DAIŞ’ê 20 tangên ku li Tebqa desteser kiribûn, di êrîşên li ser Kobanê de bikar anîbûn.

Şopên çeteyan

Dema ku hêzên QSD’ê di 10’ê gulanê de li navenda navçeyê bi daxuyaniyekê rizgarkirina herêmê ragihand, êdî şopên çeteyan jî zêdetir derketin holê. Li navçeyê tişta herî zêde balê dikişîne, torbeyên axê yên ku wekî çeperan li ber dikanan hatine danîn e. Li gorî agahiyên ku xwediyên dikanan dane, dema hemleya rizgarkirina Tebqayê hat destpêkirin, çeteyan ev torbeyên axê bi zorê firotine dikandaran. Piştre jî bi darê zorê kozik (çeper) bi wan dane çêkirin. Her wiha ji wan xwestine ku li dijî şervanên QSD’ê şer bikin. Lê belê dikandaran ev yek qebûl nekiriye, lewma li nava sûkê jî zêde pevçûn çênebûne. Torbeyên axê jî hîn li cihê xwe disekinin.CAVDEREN-JI-ENIYA-PES-YE-XEZEBA-FIRATE1 ‫(125305361)‬ ‫‬

Zarok li vir ji bo êrîşên xwekujiyê perwerde kirine

Cihekî din ê ku bala me dikişîne, navenda perwerdekirina zarokan e. Ev navend li kêleka dêra Xiristiyanan e û beriya dagirkeriyê ji bo zarokan hatiye çêkirin. Çeteyan jî ev avahî wekî navenda perwerdekirina zarokan bikar anî ye, lê berevajî xwedîkirina zarokan.  Ji şopên mane diyar dibe ku çeteyan li vir zarok ji bo êrîşên xwekujiyê perwerde kirine. Nexasim di bin avahiya li kêleka navendê de tunel hatiye kolandin. Di dema rizgarkirinê de şervanên QSD’ê ev tunel girtî ye. Dîsa li baxçeyê avahiyê hîn jî teqemeniya ku ji bo xwekujiyê hatiye amadekirin dimîne.

Dar jî zuwa kirine

Ji ber bandora çemê Firatê li derdorê gelek dar û şînkahî heye. Lê li hinek cihan tê dîtin ku dar zuwa bûne. Şêniyên herêmê bal kişandin ku li van cihan çete bicîh bûne û her maleke ku çete ketinê, darên li dardora wan zuwa bûne.CAVDEREN-JI-ENIYA-PES-YE-XEZEBA-FIRATE1 ‫(1)‬ ‫‬

Bermahî tên paqijkirin

Piştî rizgarkirinê li navenda navçeyê ji aliyê hêzên QSD’ê ve xebatên paqijkirina teqemeniyên ku çeteyan bi taybetî li derdora bendavê û Tebqaya nû bicîh kirine, dane destpêkirin. Lewma herêmên biguman heta paqijî temam dibe, ji çûn û hatina sivîlan re hatine girtin. Şer û pevçûn herî zêde li Tebqaya nû, ango li derdora bendavê çêbûne. Sedema wê jî ewe ku çete tevahî li wir bicîh bibûn. Cihên ku teqemenî lê hatine bicîhkirin jî piranî evder in. Li van deran ku şopên şer gelekî zêde tên dîtin, ekîbên pispor bênavber kar dimeşînin. Li ser rêya bendavê bixwe jî dîsa xebata paqijkirinê didome, ji ber wê yekê çûn û hatina sivîlan di bin kontrolê de tê pêkanîn.

Suk zindî bûye

Paqijkirina navçeyê ji bermahiyên çeteyan didome, lê li cihên ku zêde şer lê çênebûye, jiyana şêniyan zindî bûye. Yek ji van cihan jî sûka navçeyê ye. Hîn torbeyên axê ji ber deriyên dikanan nehatine rakirin, lê hema bêje hemû dikan hatine vekirin. Di nava vê dîmena balkêş de hinek dikandar paqijiyê dikin, hinek tiştên xwe sererast dikin, hinek jî di dikanên ku hinekê hilweşiyane de, karê xwe dikin.CAVDEREN-JI-ENIYA-PES-YE-XEZEBA-FIRATE1 ‫(125305348)‬ ‫‬

Keyfxweşiya gel

Li sukê tişta herî zêde bala me kişand eleqeya welatiyan bû. Çawa ku em ji tirimpêla xwe peya bûn û wênekêşên xwe derxistin, zarok, jin, kal hemû li dora me kom bûn. Her yek tiştekê dibêje, daxwazekê tîne ziman, hinek pirsgirêka avê, hinek ya nan, hinek jî ya ceyranê vedibêjin. Lê hemû jî bi rizgarkirina navçeyê re gelekî keyfxweş bûne. Destpêkê hinekê bi tirs nêzîk bûn, lê dema yekî/ê dest bi axaftinê kir, yên din jî hemû berdewam dikin.

Jinê dor ji mêran girt

Li nava sukê dora me ji aliyê welatiyan ve hatiye girtin. Di wê navberê de jineke sergirtî rê ji xwe re vekir û xwe nêzî me kir. Bi dengekî bilind û hinekê jî bi hêrsa li hemberî mêran got; “Niha tu pirsgirêkên me nîn in. Elhemdulîllah em rizgar bûne. Her tiştekî me heye, tenê pêdiviyên jiyanî jî werin pêşwazîkirin, êdî tu xema me namîne”. Balkêş e ku dema jin di axivî hemû zilam bêdeng bûn û li wê guhdarî kirin. Ya rastî em jî li benda helwestek wisa nebûn. Em difikirîn ku jin hîn jî bi tirs tevdigerin û nikarin bi axivîn. Lê xuya bû ku jinên gelek êş kişandine, dixwazin hemû hêrsa xwe verişînin.CAVDEREN-JI-ENIYA-PES-YE-XEZEBA-FIRATE1 ‫(125305368)‬ ‫‬

Herkes dixwaze bi axive

Di gera me ya nava sukê de, her welatiyek dixwaze hestên xwe vebêje. Piranî bi erebî di axivin. Çend kesên ku bi kurdî jî di axivîn rastî me hatin û me karîbû guhdar bikin. Lê welatiyên ereb pir zêde bûn û me tenê ji tevgerên wan hinek tiştan fêm dikirin. Hevalek me ya ku wergerê dike heye, lê ew jî pê re nagihîje. Her yek tiştekî jê re dibêje. Kalekî kurd bi şermokî û di nava tirsê de, dixwaze derdê xwe vebêje. Li gorî gotinên wî mirovekî wan di şer de ji aliyê çeteyan ve hatiye kuştin û cenazeye wî di bin xirbeyan de maye. Lewma alîkariyê dixwaze. Dayikek ereb jî, dema li dora bendavê şer çêbûye ji mala xwe ya li wê derê derketiye. Ew jî pirs dike ka wê karibe vegere mala xwe yan na. Li gorî rayedarên bajar, piştî herêm ji teqemeniyan hat paqijkirin, wê gel karibe vegere malên xwe. Lê herkes dixwaze derkeve televîzyonê. Lewma pirsa “ev dê kengî bê weşandin?” dikin. Ji gotinên wan xuya dike ku di dema dagirkeriya çeteyan de bi veşartî Ronahî TV temaşe kirine. Ji gelek geşedanan jî bi vî rengî agahdar bûne.

Meclîsa sivîl hat avakirin

Piştî rizgarkirina navçeyê, bi armanca pêşwazîkirina pêdiviyên gel û ji nû ve avakirinê, dîsa vegera gel xebatên avakirina meclîsa sivîl hatin zêdekirin. Di 15’ê gulanê de jî Meclîsa Damezirîner a Tebqayê hat îlankirin. Meclîsa ku dê rêveberiya navçeyê ji QSD’ê dewr bigire, bi lez û bez dest bi xebatên alîkarî, tespit û avakirinê kir. Ji ber ku piraniya welatiyên ku ji ber çeteyan koçber bibûn, dixwazin vegerin malên xwe. Lewma karê meclîsê jî hinekê giran dibe û pêdiviya wan bi destekê heye.

Xebatên şaredariyê

Di bin sîwaneya meclîsê de, xebateke din a girîng ku tê gotubêjkirin, şaredarî ye. Ji bo papijkirina bermahî û gemarê, çêkirina rêyên nava bajar, nan, av û hwd. nîqaşên şaredariyê tên meşandin û civîn tên lidarxistin. Li gorî agahiyên ku rayedaran dane, ev xebat jî wê di demeke kurt de destpê bikin.
Sibe: Rewşa koçberan

(a)

19.05.2017