Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çend roj din bajarê Minbicê ronî dibe

MINBIC – Komîteya Xizmetguzarî ya girêdayî Saziya Ceyranê ya bajarê Minbic karê xwe yê sererastkirina pira riya Helebê ku tura ceyranê têre derba dibe, berdewam dike. Piştî sererastkirinê wê ceyran bighêje bajarê Minbicê.MINBIC-CARESERIYA-ELETRIKE-WE-DIDEMK-NEZ-DE-BE-CARESERKIRIN ‫(260440577)‬ ‫‬

Çeteyên DAIŞ‘ê di dema ku bajarê Minbicê dagirkiribû, pira li ser riya Helebê rûxandibû, bi yekê ziyan gihîşt tura  ceyranê  ya ku di pir re derbas dibe. Ji ber vê yekê ji sedî 50 malên Minbicê bê ceyaran mabûn.

Komîteya Ceyranê ya bajarê Minbicê beriya 6 rojan dest bi sererastkirina pir û tura ceyranê kir.

Li gorî rêveberên Komîteya Xizmetguzarî xebatên sererastkirina pir dê piştî 4 rojan bi dawî bibe. Rêveberan dane zanîn ku piştî sereratkirina pir wê xebatên sererastkirina navendên ceyranê werê  destpêkirin.

 (bb)

ANHA

MINBIC-CARESERIYA-ELETRIKE-WE-DIDEMK-NEZ-DE-BE-CARESERKIRIN ‫(1)‬ ‫‬ MINBIC-CARESERIYA-ELETRIKE-WE-DIDEMK-NEZ-DE-BE-CARESERKIRIN ‫(1)‬