Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çend roj û dê 9 gundên navçeya Mabata werin ronîkirin

BASIL REŞÎD

EFRÎN – Şaredariya Gel a navçeya Mabata a girêdayî Herêma Efrînê ji bo ku ceyaranê bide 9 gundên navçeyê, xebatên xwe berdewam dike.MEBATA-CEKIRENA-KARABE ‫(269615617)‬ ‫‬

Gelek gundên navçeya Mabata ji ber pisgirêka ceyranê di nava çenda salan de, şikayet dikin.

Li ser vî esasî Şaredariya Gel a navçeyê û bi hevkariya Mûdîriyeta Enerjiyê ya Kantona Efrînê dest bi kirîna jenetorên ceyranê ku bi 21 meliyon lêreyê Sûrî ye û dê di riya wan re gundan ceyranê bighîne wan gundan.

Karekerên ku di Mûdîriyeta Enerjiyê de dixebitin beriya du rojan dest bi belavkirina torên têlê ceyranê kirin, piştî ku jenetor li gundê Konaka hate danîn û gundê Konaka jorîn, jêrîn, Eyn Hecer ya Rojava, Rojhilat, Omo, Mabata, Qentera, Silo û Birîcmaa yên girêdayî navçeya Efrîn bi ceyran bûn.QAZQLI HUSIN

Li gorî berpirsên ku li ser piroje disekinin wê di nava çend rojan de ceyran bighêje hemû gundên navborî.

Jenetor wê di rojekê de7 saetan were pêxistin wê bihabûna her embêrekî were diyar kirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Mabata Qaziqlî Hisên got ku wê ceyran bi rêya toreya berê ya ceyranê li malan werê belavkirin û armanc jê ku qerebalix û qirêjkirina ekolojiyê kêm bibe, ji ber ku wê jenetor dûrî gund hatiye dayîn û ji bo ku pirojeyên avê jî di heman demê de bi ceyaran bibin.

 (bx)

ANHA