Têkilî | Derheqê me de
ANHA

 ‘Çete dixwazin me ji gund derxînin‘

XANDÎ ELO

EFRÎN – Şêniyên gundê Celeme yê navçeya Cindirêsê êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser gund şermezar kirin û gotin,` Çete çi bikin ew tu carî warê terik nakin û dixwazin me ji gund derxînin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirkir ên xwe li beramberî gundê Celeme yê navçeya Cindirêsê bi cih kirine, beriya çend rojan bi çekên giran êrîş birin ser gund. Di encamê de zarokek birîndar bû û ziyan gihaştin mal û milkên welatiyan.

Şêniyên gundê Celeme têkildarî mijarê, êrîş şermezar kirin û tekez kirin ku her çiqasî êrîş li hember wan bêne kirin ew dev ji axa xwe ber nadin.

BEKIR ELO

Welatiyê bi navê Bekir Elo êrîşên li dijî gund şermezar kir û got:”Çeteyên xwe li beramberî gund bi cih kirine, gund me topbaran dikin. Ev yek nîşan dide ku ew di aliyê leşkerî de têk çûne ji ber vê yekê sivîlan dikin hedefa xwe. Em ji çeteyan re dibêjin ku hûn çiqas êrîşan bi ser me de bînin, em welatê xwe ber nadin.”

EBID HEMID

Welatiyê bi navê Ebdulhemîd Ebdulhemîd got:”Komên çete bê navber gundê me topbaran dikin. Beriya niha bi çend rojan bi çekên giran êrîş kirin û zarokek birîndar kirin.”

MISTEFA XEZAL

Welatiyê bi navê Mistefa Xezal ji aliyê xwe ve  bang li ciwanan kir ku gundê xwe biparêzin û wiha got: “Di vê merheleyê de ji me tê xwestin ku em parastina xwe bikin û xwe bi rêxistin bikin. ez bang li ciwanên li dervî welat dikim, bila vegerin warê xwe û parastinê bikin.”

SADIQ BEREKAT

Sadiq Berekat anî ziman ku êrîşên li ser gundên wan her car dûbare dibe û got: “Çete wê hertim êrîşî me bikin da ku gund ji welatiyên wê vala bikin. Pêwîst e Rêxistinên Mafê Mirovan vê yekê ber çavan derbas bikin”.

 (bb)

ANHA