Têkilî | Derheqê me de

Çete êrîşî gundê Eyn Diqna dikin û Hêzên Şoreşger bersiv didin

LEZGÎN

ŞEHBA- Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Eyn Diqne yê herêma Şehba kir. Şervanan bersiv dan êrîşa çeteyan û niha li derdora gund şer diqewimê.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ev bûye saetek ku bi çekên giran êrîşî gundê Diqne yê herêma Şehba dikin û di heman demê de gund topbaran dikin.

Nûçegîhana me ya herêmê agahî da ku Hêzên Şoreşger bersiv da êrîşa çeteyan û niha li derdora gundê Eyn Diqne şer diqewimê.

Gundê Eyn Diqne dikeve rojhilatê bajaroka Ming a herêma Şehba.

(np)

ANHA