Têkilî | Derheqê me de

Çete li hemberî keça Êzidî têk çûn

TEBQA – Keça Êzidî ya Şengalî li hemberî işkence û kiryarên çeteyên DAIŞ`ê dev ji olê xwe berneda û ew di têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyan biserket.

Zaroka bi navê X.X, xwişka wê (X.H.) û birayê xwe (B.X.) dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê dikin. X.X xwişk û birayê xwe ji bajarê xwe Şengalê derdikevin. Ew hîna gelekî ji Şengalê dûrneketine ji wan re tê gotin ku rewşa Şengalê baş bûye ew jî vedigerin. Di vegere de X.X dibîne ku çeteyên DAIŞ`ê herêma Şengalê dagirkirine. Êdî ew nema dikarin xwe ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û dikevin destê wan de.

Dema ku X.X ji aliyê çeteyên DIAŞ`ê ve tê revandin temenê wê 12 salî ye û temanê xwişka wê jî 10 salî ye. Çete (X.X.) xwişka wê û hejmareke mezin ji jinên Êzidî bi xwe re dibin bajarê Mûsilê.

X.X di hevdîtina bi ajansa me ANHA`ê re anî ziman ku piştî çekdarên PDK`ê reviyan ew ketine destê çeteyên DAIŞ`ê.

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê jinan ji mêran  veqetînin ji wan re dibêjin: ʺMêrê ku bibe misilman wê vegere Şengalê û yê qebûlneke wê were kuştin.ʺ

Têkoşîna X.X. li hemberî çeteyan destpê dike

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku jinan ji mêran vediqetînin wan dibin bajarê Mûsilê.

X.X û xwişka wê (H.X.) ên ku nizanin li kudere ye û çend jinên Êzidî li dibistaneke Mûsilê têne hiştin. Piştî wê çete wan ji Mûsilê dibin dibistaneke Til Efer a girêdayî Mûsilê û du mehan li wê dibistanê dihêlin.

Demeke dirêj li ser derbas nabe çeteyên DAIŞ`ê êdî jinên Êzidî derbasî Sûriyê parêzgeha Reqayê dikin û keç û jinên zewicî ji hevdû vediqetînin.

X.X anî ziman ku ew û xwişka xwe li malekê ji derveyî bajarê Reqayê tê hiştin û ev tişt got: ʺ Çeteyên DAIŞ`ê jina ku begem dikirin ji nava jinan diveqetandin û ji xwe re dibirin.

Her du xwişkan ji hevdû vediqetînin

X.X diyar kir ku piştî ew ji xwişka wê veqetandin ew ji Reqayê birin bajarê Babê. Çeteyên DAIŞ`ê li Babê li ser jinan ferz dikin ku bibin misilman. Jinên ku qebûlnakin têne işkence û tecawiz kirin.

X.X qebûlnake ku bibe misilman

Keça Êzidî li hemberî işkence û kiryarên çeteyên DAIŞ`ê rûmeta xwe diparêze. Qebûlnake ku dev ji çand û olê xwe yê Êzidî berde. Her çiqasî çete li ser ferz dikin ku dev ji olê xwe berde ew li ber xwe dide. Herî dawiyê çeteyekî DAIŞ destê wê girêdide û destdirêjî wê dike.

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku destdirêjî X.X dike wê dibe mala xwe û weke xizmetkarekê ji hevjîna xwe re dide bikaranîn. X.X roxmî wê dîse dev ji olê xwe bernade û li hemberî kiryarên çeteyên DAIŞ`ê serî natewîne. Ew 7 mehan li bajarê Babê dimîne.

Wê dibin Minbicê

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku X.X 7 mehan li Babê dimîne wê dibin Minbic û 3 mehan li wêdere dimîne. Dîse wê weke xizmetkar didin bikaranîn. Piştî ku hemleya rizgarkirina Minbicê despê dike wê vedigerînin bajarê Babê û ji wir dibin Reqayê.

Piştî ku Tebqa 10`ê gulanê tê rizgarkirin çeteyên DAIŞ`ê jinên Êzidî dibin herêma Meyadîn a parêzgeha Dêrezorê.

(X.X.) biserdikeve

Li Dêrezorê (X.X.) xwişka xwe (H.X.) dibîne û bi hev re biryar didin ku xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin. (X.X.) û xwişka xwe çend rojan dimeşin, hemû zor û zehmetiyên didin ber çavê xwe û xwe dighînin bajaroka El-Mensûre ya ku dikeve başûrê rojhilatê bajarê Tebqa. Her du keçên Êzidî ku serê xwe li hemberî çeteyên DAIŞ`ê netewandin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên hundirîn ve têne pêşwazî kirin û derbasî Tebqa dibin.

(np)

ANHA