Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyan 5 zarokên biçûk sêwî hiştin

TEBQA 5 zarokên ku yê herî mezin 5 salî ye, weke gelek zarokên din ji dayîk û bavê xwe sêwî mane. Sûcê wan tenê ew e ku di serdemek reş a dîrokê de ji dayîk bûne, ew jî serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ye.TEPQA-CIROKA-5-ZAROKAN1 (1)

Bi destpêkirina çalakiya Xezeba Feratê ku Hêzên Sûriya Demokratîk dabû destpêkirin, çeteyên DAIŞ’ê bi dehan welatiyên sivîl ên bajarê Tebqayê bi tewanbariya ku “sîxûrtiyê ji gawiran re dikin” bi darve kirin.

Di nava van welatiyên ku çeteyan ew bi darve kirine de herdu bira Eymen û Elai Îbrahîm û hevserên wan bi tewanbariya sîxûrtiyê bidar ve kirin û li pey wan 5 zarok bê xwedî û sêwî man.

Eymen Îbrahîm di sala 1982’an de ji dayîk bûye û ev çend sal in ajokarê teksiyê ye. Hevsera wî jî Letîfa Mihyedîn Hîcazî di sala 1995’an de ji dayîk bûye û du zarokên wan Yûsif (4) û Sundis (sal û nîvek) hene.

Çeteyên DAIŞ’ê bêyî ku sedemekê diyar bikin Eymen Îbrahîm ji mala wî ya li taxa duyemîn a bajarê Tebqayê revandin û piştî çar saetan hevsera wî Letîfa jî revandin.

Di heman demê de komeke çeteyan birayê wî yê bi nave Elai Îbrahîm ku di sala 1986’an de ji dayîk bûye ji kargeheke siwareyan ku têde dixebitî, revandin. Komeke çeteyan a sêyemîn jî bi ser mala wî ya li taxa Duyemîn ve hatin û hevsera wî jî Eyşe Osman ku di sala 1992’an de ji dayîk bûye revandin. Elai û Eyşe bav û dayîka 3 zarokan e, Yesmîn (5), Mihemed (4) û Reyan (3).TEPQA-CIROKA-5-ZAROKAN1 (3)

Çeteyên DAIŞ’ê herdu bira û hevserên wan revandin cihekî ne diyar û nehiştin ku xizmên wan jî li wan bipirsin an sedema revandina wan nas bikin.

Piştî demekê çeteyan Elai Îbrahîm li navçeya El-Mensûra ya 20 km rojhilatê bajarê Tebqayê bidarve kirin û birayê wî Eymen jî li bajarê Reqa bidarve kirin. Çeteyan piştî ku ew bidarve kirin li ser sîngên wan nivîsandin ku “sîxûrtiya gawiran” sedema bidarvekirina wan e.

Lê di derbarê hevserên wan de Letîfe û Eyşe de agahî nehatin wergirtin ji ber ku bidarvekirina jinan di hundirê zîndanan de dibû.

Çeteyan bêyî ku pîvan û edetên welatiyan di ber çavan re bigirin, rûyên xwe dipêçan û bi ser malan ve dihatin. Kesên ku çeteyan digiritin di zîndanên weke zîndanên rêjîma Baasê de dihatin bicihkirin û bi rêbazên cûda û hovane li pêşiya welatiyan ew îşkence û bidarve dikirin.

Xwîşka herdu birayan Diyai Îbrahîm ku di sala 1988’an de ji dayîk bûye û ji ber nexweşiyeke çavan nabîne û girêdayî mijarê wiha got: “Tevî ku ez nabînim, lê rêbazên ku çeteyan birayên min revandine bi riya qîrîna zarokan û hevserên wan di mijiyê min de hatiye kolandin û ne pêkan e hovîtiya wan were jibîrkirin.”

Ji wê demê ve her pênc zarok sêwî mane û niha li ba bavpîrê xwe Yûsif Îbrahîm dimînin. Diyai Îbrahîm diyar kir ku zarokan ti alîkarî ji ti aliyan wernegirtine û ew biraziyên xwe weke ku zarokên wê bin bi hemû hêz û derfetên xwe xwedî dike.

(jh)

ANHA