Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyan dibistanên Şehbayê  wêran kirin, şoreşger ava dikin

 ARŞÎN NECAR

ŞEHBABermahî û şûna teqîn û topan ku di dibistanên herêma Şehbayê de mane nîşan didin ku şerên giran û teqînên mezin li herêmê pêk hatine. Dibistanên ku divyabû cihên perwede û pêşxistina zanista nifêşn nû ba bibûn navendên şer.SEHBI-NUCE-LI-SER-DEBESTANA ‫(272892417)‬ ‫‬

Ev 6 sal in li bajarok û gundên herêma Şehbayê ku ji aliyê komên çekdar ên cûda de dihat dagirkirin gelek wêranî, talan û xirakirina binesaziyê hate jiyankirin. Herî dawî jî çeteyên DAIŞʹê û çeteyên Kolasîyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê (Itîlaf) ku pitşgiriya xwe ji Artêşa Tirk digrin bandoreke mezin li zarokên herêmê û xebatên perwerdeyê ya li Şehbayê kirin.

Hejmarek mezin zarokên herêmê bûn qurbaniya komên çete. Hin hatin revandin, kuştin, êşkence û her wekî din. Ne tenê wiha, lê belê zarok ji mafê xwe yê herî kêm jî bê par man. Çeteyên DAIŞʹê dibistan û perwedeya di dibistanan de wekî kufir pênase dikir, tenê rê dida ku bîrdoziya wan di nava zarokan de were belavkirin. Komên çete yên Koalsîyonê jî bi rêbazên pir xirab nêzî perwedeyê dibûn. Herdû aliyan dibistanên herêmê kiribûn navendên xwe yên leşkerî û di wir de çeteyên xwe perwede dikirin.

Hêzên Şoreşger di mehên dawî yên sala 2016ʹan de û destpêka sala 2017ʹan de dest bi çalakiyên leşkerî lidijî çeteyên koalîsyonê û çeteyên DAIŞʹê kirin û hejmarek gund û bajarokên herêma Şehbayê ji komên çete rizgar kirin. Çete beriya derkevin dibistanên gund û bajaroka wêran kirin û topbaran kirin. Yek ji dibistanên ku rastî wêranî û teqandinê hatine dibistana Navçeya Ihris a Şehbayê yê. Çeteyan tirmpêleke bombebarkirî li dibistanê teqandin.SEHBI-NUCE-LI-SER-DEBESTANA ‫(272892424)‬ ‫‬

Dibistan gundê Herbel jî hate ruxandin û tiştekî saxlem jê nemaye. JI ber wênraniyê dibistan ji xizmetê derketiye û êdî nema tê bikaranîn. Piştî ku hêzên şoreşger zêdeyî 40 gund û bajarokan  rozgar kirin welatî vegeriyan malên xwe. Xebatên xizmetgozariyê destpê kir.

Komîteya Perwedeyê ya Kantona Şehbay ya girêdayî Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehbayê dest bi xebatên temîrkirina dibistanan dikir da ku perwede careke din di wan gund û dibistanan de pêk were.

Piraniya dibistanan pêwîstiya wan bi temîrkirina giştî heye, derî, pencer, temîrkirina dîwaran û xetên kenalizyonê û her wekî din ji mase û pêwistyên dibistanan pêwîst in. Ji ber ku çeteyan hemû alavênheyî yên dibistanan dizî bûn.

Di encama xebatên hatin meşandin de, komîteya Perwedeyê karîbû 20 dibistanan temîr bike û bixe xizmetê,her wiha li kampa Rûbar û Şehbayê jî 2 dibistan ji koçberan re hate vekirin. JI ber piraniya welatiyên koçber ji herêmên Şehbayê ne, rêveberiya wan dibistanan girêdayî Komîteya Perwerdeyê ya Şehbayê.

Komîteya Perwedeyê niha xebatkarên perwerdeyê amade dike û li ser metiryalên nû perwedeyê dibînin. Metreyalên nû xwe dispêr Netewa Demokratîk.SEHBI-NUCE-LI-SER-DEBESTANA ‫(272892425)‬ ‫‬

Di heman demê de mamosteyên zimanê kurdî jî têne amadekirin û li ser metreyal têne pêşxistin. Xebatên amadekirina mamosteyan bi lez têne meşandin, di heman demê de pirsgirêkên ku rastî mamosteyan jî tên têne nîqşakirin.

Tê payîn ku 90 mamoste li herêma Şehbayê li ser xebatên perwedeyê bisekinin û dersan bidin zêdeyî 3 hezar xwendekaran.

(dc)

ANHA