Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyan navenda Çandê kiribûn cihê zulim û zordariyê

Dîmen

Dîmen: Çeteyan navenda Çandê kiribûn cihê zulim û zordariyê

TEBQA – Navena Çand ya tebqa di salên 90’yî de hate vekirin û bû navenda pêşxistina çand û huner herêmê. DI navendê de hemû cûreyên çanda herêmê li vir dihate belavkirin. Di dema çeteyên DAIŞ’ê ûp çeteyên din herêm dagir kirin, ev 6 sal bûn xebatên navendê hatibû rawestandin. Piştî ku şervanên QSD’ê bajar rizgar kirin careke navend tê aktîfkirin. Gelo navenda çandê di çi qonaxan re derbas bû.TEBQA-SAZIYA-CAND-U-HUNER (1)

Navena Çandê ya Tebqayê bi şeklekî xweşik li ser bendava Tebqayê hatiye çêkirin. Li serdora wê ji 4 aliyan ve gulîstan hatiye çêkirin û hemû welatiyên bajar berê xwe didan navenê û bîna xwe lê vedidan, her wiha çanda xwe li vir pêş dixistin.

Di navenda çandê de dikeke mezin a şano heye û dîwarên wî baş li gorî çanda erebî hatiye çêkirin, her wiha alavên ronahî lê hatine bicihkirin.Di navendê e her wiha pirtûkxaneyek mezin ku bi hezaran pirtûk tê de hene hatiye vekirin.

Piştî ku şoreşa Gel destpê kir komên ku navê Artêşa Azad a Sûriyê li xwe dikirin di 12’ê sibata 2013’an de tevahiya bajarê Tebqayê xistin destê xwe û navenda Çandê ya Tebqayê ji xwe re kirin bargeheh.TEBQA-SAZIYA-CAND-U-HUNER (4)

Piştî hefteyekê balafirên rêjîmê navenda Çandê bombebaran kirin û wiha navend hate ruxandin, 2 rojan duman ji navendê derdiket.

Di destpêk êde komên çete y ên Ebû Hemze navenda kirin navenda xwe û li wir cihê îdamkirina wlatiyan bikar anîn.

Piştî demekê Cebhet El-Nusra ketin bajar û wan jî navend ji xwe re kirin wekî bargeh Cehbet El-Nusrea ku hêza herî mezin a komên Artêşa Azad bû, navenda Çandê kirin Dadgeha Islamî. Di wê demê de qaziyê çeteyan kesê bi navê Ebû Sehîb ku ji girtîgeha Sêdnaya ya Şamê derketibû hate erkdarkirin.

Paşê DAIŞ’ê şer da destpêkirin hemû komên çekdar jib ajar derxistin û bajar bi temamî dagir kirin. Çeteyan li wir komkujî pêk anîn û ji bilî sivîlan hejmarek endamên Artêşa Azad jî kuştin.

TEBQA-SAZIYA-CAND-U-HUNER (3) TEBQA-SAZIYA-CAND-U-HUNER (2)

Çeteyên DIAŞ’ê navenda Çandê ya Tebqayê wekî cihê zulmê bikar anîn û digotin ku ew dadgehe bi sedan welatiyên Tebqayê li vir derheqê wan de biryara mirinê yan lê dan û êşkenceyê derket. Di navendê de girgtîgehek ku gelek hucre tê de hatin çêkirin. gelek beş lê hatin çêkirin û bû navenda tirsa welatiyan.

Piştî demekê çeteyan navenda xwe ya dîwana dadgehê birin mizgefta Umer bin Xetab û navenda Çandê kirin dîwana ewlekariya giştî û li vir kirin navenda hêzên xwe yên ewlekariyê. DI vir de girtîgeh hate hazirkirin û burca mirinê jî li vir hate çêkirin.

Piştî navenad çandê kirin cihê ewlekariyê çeteyan hemû riyên dihat ji taxa Ewle û Salih hatin girtin, he wiha parkên navendê li pêşiya welatiyan hatin girtin. Bi vê yekê cihê herî xweşik a Tebqayê bû cihê tirsê û mirinê.

(dc)

ANHA