Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyekî DAIŞ dîl hat girtin û 4 gund rizgar bûn

LEZGÎN,

REQQA- Şervanên Odeya çalakiyan a Xezeba Firatê çeteyekî DAIŞ`ê dîlgirtin, maşîneyeke bombebarkirî rûxandin, 4 gund û 16 mezreya rizgar kirin.

Li gorî agahiyên nûçegîhanên me yên hemleya Xezeba Firatê dişopînin şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê baskê Mekmen dema ku gundê Ebû Cindil ê dikeve başûrê Mekmen rizgar kirin, çeteyekî DAIŞ`ê dîlgirtin.

Her wiha baskê Mekmen ê siyemîn berî ku bighîje baskê dîtir maşîneyeke bombebarkirî rûxandin. Her wiha gundê Qendîl, Şerkî, Mihbaş, Ebû Cindil û 16 mezreya rizgar kirin û termên 6 çeteyan ketin destê şervanan de.

(ekîb)

ANHA