Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Çeteyên artêşa Tirk careke din gundên Efrînê topbaran dikin

FLAŞ

EFRÎN – Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şera  ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Nûçegihanên me ji herêma Efrînê raghandin ku çeteyên artêşa Tirk  a dagirker ji herêma Ezazê ya bejahiya rojavayî bajarê Helebê, gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Nûçegihanên me anîn ziman ku heta niha 1 top li nava malên sivîlan li gundê Kefer Cene û 6  topên din jî  li rêya di navbera gundê Qetma û Kefercene ya navçeya Şera ketin.

Di topbarana heta niha dewam dike de, zerarên madî çêbûn.

Duh jî  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên Efrînê dane ber topan.

(kc)

ANHA