Têkilî | Derheqê me de

Çeteyên artêşa Tirk sivîlan qetil dikin

ŞEHBA – Çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi hinceta ew girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ne sivîlan qetil dikin. Çeteyekî jî ji ber ku hevjîna wî jêre gotî tu kesên bê sûc qetil dikî, hevjîna xwe qetil kir.

Li gor çavkaniyekî ji herêmê, çeteyên ku navê Siwar El-Cizîre li xwe dikin û girêdayî artêşa tirk a dagirker in. Li herêma Ezazê û bi taybet derdora bajaroka Exterîn tevdigerin û sivîlan bi hinceta ew girêdayî DAIŞʹê qetil dikin.SAHBA-ARTESA-TIRK-SIVLAN-DKOCE

Heman çavkanî diyar kir ku serçeteyê çeteyên Siwar El-Cizîre yê bi navê Ebû Zeyneb El-Cûanî, kesek bi navê Ebû Hesen û birayê wî yê bi navê Irendes, ciwanê malbatekê ji gundê Baroze ya girêdayî Exterînê revandin. Ciwanê tek ê malbatê bi bavê xwe re li dûkanê kelepûran li bajarokê Qibasîn dixebitî.

Çavkanî diyar kir ku çeteyê bi navê Irendes û cîgirê serçeteyan du gule li serê wî ciwanî dan û qetil kirin. her wiha destnîşan kir ku çeteyê bi navê Ebû El-Hesen paşê serê wî ciwanî jêkir û li derdora bajaroka Exterîn veşartin.

Di tomarkirna deng de ku welatiyekî herêmê diyar dike, çeteyê bi navê Irendes piştî ku ew ciwan qetil kir, hevjîna wî ya filistînî Henan Feyûmî jêre got“ Hê xwîna wî welatiyê te duh qetilkiriye sar ne bû yeʺ, çete ji ber wê hevjîna xwe qetil dike.

Çavkanî diyar kir ku çeteyê bi navê Ebû Zeyneb El-Cûanî û birayê wî Irendes ji şêniyên bajarê Hesekê ne.

(rr)

ANHA